Li Brûksel û Den Hagê ji bo 25’ê Mijdarê çalakî hatin kirin

Li paytexta Belçîka Brûksel bi tevlîbûna bi hezaran jinan ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan, li Den Haag a Hollandayê jî semînerek hate dayîn.

Bi tevlîbûna hezaran jinî li paytexta Belçîka Brûkselê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê meşek hate kirin. Jinên li Qada Gare Centraalê hatin ba hev, Brûksel bi rengê xemrî xemilandin.

Meşa ku Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), tevgera jinên femînîst û bi hezaran sosyalist û anarşist  cihê xwe têde girtin her yekê bi zimanê xwe dirûşim qîr kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê semînerek hate dayîn. Semînera ku ji aliyê TJK-E û NCKD ve hate organîzekirin bi deqeyek rêgirtinê destpê kir. Nûnera TJK-E’yê bal kişand ser têkoşîna jinê, têkoşîna azadiya jinê û sekna wê nirxand.