'Em Rêber Apo ku hêza berxwedanê dayî me slav dikin'

Koordînasyona PJAK'ê têkilî 25'ê Mijdarê daxuyanî da û got, ''Ji TrojîloLan heta îro li dijî wan hêzên ku temsîla tundiya mezin a desthilatê dikin, em Rêber Apo  yê ku hêza berxwedanê dayî me slav dikin.''

Koordînasyona PAJK'ê têkilî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyanî da. PAJK'ê xeta berxwedanê ya jinan a ku ji Xwîşkên Mîrabal heta bi Sakîne Cansiz, Çîçek Botan hatî û bi Hevrîn Xelef parastinya siyaseta jina azad dikin bi bîr anî û got, ''Ji Trojîlolan heta îro li dijî wan hêzên ku temsîla tundiya mezin a desthilatê dikin, em Rêber Apo  yê ku hêza berxwedanê dayî me slav dikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hemû desthilat bi desteserkirina jinê û nirxên jinê dest pê kir'' û hate gotin,''Azweriya serwerbûnê ya mêr kir ku jinê û sirûştê bi heman hişmendiyê ber bi milkkirinê û lê xwedîbûnê ve bir. Ev hişmendiya mêtinger her ku çû bi formasyonên nû tundiya li ser jinê û sirûştê zêdetir rêxistinî kir û bi planekê rê ve bir. Ji bo kolekirina civakê hemû nirxên jinê, vîna wê, parastina wê, zêdebûna wê, hemû hêzên wê ji dest hatin standin û radestî mêr hatin kirin.''

JIN LI HER DEVERA CÎHANÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE DIDIN

PAJK'ê bi berdewamî got, ''Jinan ti caran kirasê koledariyê yên ku li wan hatiye fesilandin qebûl nekirin. Di dîrokê de desthilata mêr çendî xurt bû bi vê re berxwedan jî geş û gur bû.

Em jinên  Kurdistanê ji bo ku dîroka berxwedanê ya jinê ya nehatiye nivîsîn ji bo ku bidin xuyakirin, ji bo ku hemû berxwedanên jinan li berxwedana xwe zêde bikin em vê di rêça partiya xwe ya 42 salî de didomînin.

Tê xwestin ku bi her cure tundiyê jin û civak werin bêdengkirin lê jin li her devera cîhanê li dijî faşîzmê bi hişmendiya xweparastinê li ber xwe didin''.

PAJK'ê bal kişande ser Şoreşa Rojava, got, '''Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye bûye hêviya gelên cîhanê'' û berxwedana jinan a li Lubnan, Iraq, Misir,Îran, Hong Kongê bi bîr xist.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin mîna hemû desthilatên faşîst dewleta Tirk a faşîst jî dijminê jian e, li ser xaka Bakurê Sûriyê herî pir pergala jinê, di şexsê Hevrîn Xelef de siyasetmedarên Jin, di şexsê Amara de berxwedêrên jin, di şexsê Dayika Aqîde de dadmendiya jinê kiriye hedef.

HIŞMENDIYA XWEPARASTINÊ GIRÎNG E

Herî dawî hate gotin, ''Em Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, ji bo ku tundî û zorê, ku yek ji amûra sereke ya hegemonyaya navendî ye, ji holê rakin, li dijî her cure tundiya li ser jinê em hişmendiya xweparastinê û feraseta wê rast dibînin. Ji ber ku em dizaninn her ku jin û civak bi amûrên tundiyê werin kontrolkirin, desthilat dikarin hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê jî herî pir li ser jinan tundî tê kirin. Desthilat her ku bedena jinê dagir dikin, dagirkerî, mêtingeriya xakên din meşrû dibe. Yek argûmana herî xurt a dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê, Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê jî ev e. Her ku rejîma faşîst a Tirk êrîş aniye li Tİrkiyê tecawiz, îstîsmarkirina zarokan zêde bûye, her ku ev zêde bûne, dagirkeriya li ser xakên din hêsantir bûye. Dewleta Tirk bedena jinê li tacîz, tecawizê vekiriye, bedena zarokan li îstîsmarê vekiriye, wiha difikire ku li  Bakurê Sûriyê jî ji dagirkirinê re vekiriye. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Trojîllo çawa têk çûbe, Erdogan jî li xaka Bakurê Sûriyê wê têk biçe, rûmeta mirovê azad wê bi ser bikeve.''