Li Bîel û Lozanê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê li bajarê Bîel û Lozan ên Swîsreyê jin daketin qadan.

BÎEL

Ji aliyê Kolektîfa Jinan a Bîel a ji aliye rêxistinên jinan ên koçber û Swîsreyî pêk tê ve ji bo 25’ê starta çalakiya ‘vîna mirovî’ a ku wê 16 rojan bidome da destpêkirin.

Di mîtînaga ku li Zentralplatzê destpê kir û şûnde di serî de berxwedana li Rojava, serhildanên gel ên li Îran û Şîlî, dîsa berxwedana gel a li Haîntî, Libnan û Hong Kongê hatin silavkirin.

Di meşe de kativîstên Komuna Jinan a Arîn Mîrkan pankarta bi nivîsa ‘Jin, jiyan azadî’ û posterên şervana YPJ’ê Amara Rênas, siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, şevana enternasyonalîst Sarah Handelmann (Sara Dorşîn) û Dayika Akîde hatin hildan.

Çalakiya ku wê 16 rojan bidome wê 6’ê Kanûnê bi meşekê bi dawî bibe.

LOZAN

Li ser banga saziyên jin ên li Lozanê meş û mîtîngek hate kirin. Jinên li ku li Qada St. Françîosê hatin ba hev li dijî tundiyê bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di meşe de dirûşma ‘Tundiya li jinê û qetilkirina jinê polîtîk e’ hate qîrkirin. Her wiha li Qada Rîponne jî mitingek hate kirin. Piştî axaftinên ji aliyê saziyên jinan ve hate kirin û şûnde çalakî bi dawî bû.