Li Berlînê Îran hate protestokirin

Li paytexta Elmanya Berlînê di serî de şideta li ser Kurdan, hemû muxalîf û jinan a li Îranê tê kirin bi meşekê hate protestokirin.

Bi pêşengtiya saziyên jinan ên li Berlînê xebatan dikin, meş li Hermanplatzê destpê kir.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên ji aliye rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlîn, Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Jinên Kurd ên Rojhilat, nûnerên Tevgera Jinên Şoreşger ên Tirkiyeyî, Jinên Elman, nûnerên saziyên antîfaşîst û gele Îranê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal kişandin ser 25’ê Mijdarê û pêkanînên rejîma Îranê ya bi salan li ser gelan û teror û qirkirina civakî ya demên dawî protesto kirin.

Di axaftinan de êrîşên li Rojava, Şengal, Rojhilat û hemû dine li dijî jinan tên kirin hate şermezarkirin û Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Çalakiya têde wêneyên jinên li Îran û kesên di êrîşên qirkirin ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Rojava de şehîd bûne hatin hildan heta Kattbûser Torê bi dawî bû.