Jinan li Parîsê dagirker protesto kirin

Jin li Qada Trocadero ya paytexta Fransa Parîsê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilat Sûriyeyê protesto kirin.

Aktivîstên Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) ji bo balê bikişînin ser tundiya li jinê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava  çalakiyek kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Drancy û Parîs Vîllîers Le Bel li Qada Trocaderoyê li pêşiya Kuleya Eyfel pankarta ‘Rojava biparêzin’ vekirin û wêneyên kesên û siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a ji aliye rejîma Tirk ve hatibû qetilkirin hatin hildan. Her wiha alên YPJ/YPG’ê bilind kirin.

Di çalakiyê de peyamên ‘Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye’ û ‘Jin Rojava Diparêzin’ dan.

Di dawiya meşe de ji bo çalakiya protestokirina şideta li jinê ya ku wê roja Şemiyê li Qada Opera ya Parîsê saet 14:00’an bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.