Dema destgîrkirina 3 hevşaredarên jin hatin dirêjkirin

Dema destgîrkirina hevşaredarên HDP’î ya Dêrik, Stewrê û Şermexê yên ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn desteserkirin 4 rojan hatin dirêjkirin.

Demê destgîrkirina Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şermexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên 15’ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de hatinbûn desgîrkirin, 4 rojan hatin dirêjkirin.

Hevşaredarên piştî li Midûryeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin ragirtin û şûnde ji erê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin bicihkirin.