Kav: Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê

Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê kuştina jinan rawestînin' Gulsum Kav bal kişand ser girîngiya dema 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê û got, "Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê."

Jinên li Tirkiyeyê bi zext û zordariya tundiya dewletê û mêr dest bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî dikin. Jin xwe amade dikin ku ji bo guhertina vê rewşê dakevin qadan û piştevanên wan ên herî mezin jî saziyên jinane. Yek ji van saziyên jinan jî 'Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' e. Nûnera Giştî ya Platformê Gulsum Kav ji ANF'ê re axivî.

Kav bi bîr xist ku 25'ê Mijdarê îsal di atmosfereke neyînî de tê pêşwazîkirin ku kuştina jinan zêde bûye, lewma pêvajoya ji 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê girîng e. Kav destnîşan kir ku kuştina jinan pirsgirêkeke giran e û bi bîr xist ku bi daneyên fermî jî êdî li zêdebûna kuştina jinan mikur tên. Kav anî ziman ku ji ber vê yekê ew ê di 25'ê Mijdarê de qîrîna 'Naxwazim bimirim' a Emîne Bûlût li qadan geş bikin ku Emîne Bûlût ji aliyê hevserê wê yê berê ve li pêş çavên keçên wê bi rengekî hovane hate qetilkirin.

'POLÎTÎKAYÊN HIKUMETÊ DIBIN SEDEMA KUŞTINA JINAN'

Kav ragihand ku saziyên dewletê yên ji parastina jinan berpirsyar in wezîfeya xwe pêk nînin û berevajî Peymana Stenbolê û Qanûna Parastina Jinan tevdigerin. Kav bi bîr xist ku li gorî Qanûnê divê jinên gef li wan tê xwarin bên parastin, lê belê hem nayê parastin hem jî tundî nayê astengkirin.

Kav got, "Li gorî qanûnê dema ku jinek zerarê bibîne divê ev yek bêceza neyê hiştin, lê belê bêcezahiştin hîn jî didome. Tê destnîşankirin ku ji bo pêşîgirtina li tundiyê divê polîtîkayên ku jinan xurt dikin hebin, lê belê di asta kar de jî em di asteke neyînî de ne ku kar ji bo jinan çavkaniyeke mezin a xurtkirinê ye. Di mijara bêkariya jinê de li Ewropayê em yekemîn in, li dinyayê sêyemîn in. Nêzî nîvê nifûsa jinên dikarin bixebitin nikarin tevlî kar bibin. Ev yek jî dike ku tundî li jinê bê kirin. Ev hemû ew faktor in ku tundiya li jinê zêde dike."

Kav destnîşan kir ku polîtîkayên tên meşandin tundiya li jinê asteng nake, berevajî hîn bêhtir dibin sedema tundiyê û bi bîr xist ku mîna mînaka nafaka êriş timî li destketiyên jinan tên kirin. Kav her wiha bi bîr xist ku paketên ku îstîsmarkirina zarokan teşwîq dikin dikevin rojevê û got, ev hemû êrişan teşwîq dikin.

Kav ragihand ku tevî van hemû neyîniyan jî ji li gorî berê bêhtir zane ne, li mafên xwe digerin, lê belê mejiyê mêr hîn jî neguheriye.

Kav anî ziman ku mafê cihêbûnê yek ji mafên herî modern ê jinê ye, lê belê ji ber ku dixwazin vî mafê xwe bi kar bînin tên kuştin û jinên ku tundiyê li jinên li mafên xwe digerin dikin, hêzekê dibînin ku pişta xwe bispêrin.

Kav destnîşan kir ku ji bo 2020'î bikin sala çareseriyê çi ji destê wan tê wê bikin, wê têkoşînê xurtir bikin û got, "Bila 25'ê Mijdarê 2020'î bike sala çareseriyê. Em ê bibin xwedî dinyayeke welê ku her kes ji tundiyê rizgar bibin."