ÎKD: Di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye

ÎKD (Komeleya Jinên Pêşverû) bi daxuyaniyekê diyar kir di serdema rêveberiya AKP'ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye û got, ew ê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin.

ÎKD bi daxuyaniyekê diyar kir di serdema rêveberiya AKP'ê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye û got,''Tundiya li ser jinê her sal li gorî sala çûyî zêdetir dibe û bi asteke zêde didome''.

ÎKD'ê her wiha got, ''Gotebêjiyên paşverû ku AKP geş dike, her fersend û delîveyê jiyana jinê li nav dîwarên malê sînordar dike, hejariya ku zêdetir dibe tundiya li ser jinê bêhtir sor dike.''

ÎKD'ê di daxuyaniyê de got, ''Têkoşîna dijî tundiya li ser jinê, bi rêxistiniya têkoşîneke yekere ya li dijî paşverûtî û hejariyê pêkane'' û domand, ''Em jin li dijî mêtingeriyê, tundiyê, li dijî kuştina jinan û paşverûtiyê têkoşîna xwe ya rêxistinî geş bikin, di serî de ji bo mafê xwe yê jiyanê, ji bo gelên xwe em ê li ber xwe bidin.''