Tundî bi destê dewletê tê rewakirin

Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Jinan ên Destgîrkirî bi wesîleya 25'ê Mijdarê raporek weşand û ragihand ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin.

Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destavêtin û Dstdirêjiya li Jinên Destgîrkirî ku ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn û Alîkara Parêzvanên Mafên Mirovan Leman Yûrtsever ve hate avakirin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê raporek weşand. Di raporê de hate ragihandin ku zêdebûna kuştina jinan û tundiya li jinê nabe ku ji tundiya siyasî cuda bê nirxandin.

Di raporê de hate ragihandi, di pêvajoyekê de ku tundî bi destê dewletê tê rewakirin, herî zêde tundî li jinê têkirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di her qada jiyanê de mêr cihêkariyê li jinê dikin û hate gotin, ji bo mirov hêza jinan a di temsîlê de bibînin, têrê dike ku mirov tenê li hejmara jinan a li Meclîsa Tirkiyeyê binerin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ji ber feraseta mêrê serdest tevlîbûna jinan a li siyasetê tê astengkirin û têgihiştina 'serweriya mêr' û 'pîrozmendiya malbatê' bi her rê û rêbazê li nava civakê tê belavkirin.

Di raporê de hate bibîrxistin ku li her qada jiyanê tundî li jinê tê kirin û hate bibîrxisti, herî dawî di êrişa dijî Bakurê Sûriyeyê de leşker û çeteyên Tirk êşkence li jinên destgîrkirî kirin û dîmenên wan jî li medya civakî weşandin.

Li gorî raporê statîstîka sala 2019'an a tundiya li jinê ya li Tirkiyeyê wiha ye:

Serlêdan: 31
Jinên li girtîgehên Tirkiyeyê: 11 hezar kes

Sûcên li dijî jinan hatin ikrin:

Destavêtin: 5
Destdirêjî: 26 (Jinek tevî pitika xwe bû hedefa êşkenceyê)

Temenê jinên bû hedefa êrişê:       

Navbera 10-18 salî: 2
Navbera 18–67 salî: 29

Sûcdar

Polîs: 24
Jenderme/Leşker: 2
Gardiyan: 3
Wezîfedarên dewletê: 3
OSO:2

Statuya jinan:

Kurd: 24
Tirk: 5
Azerî:2

Sedema destgîrkirina jinan: Sedemên siyasî yan jî şer

Bi giştî: 31
Sedemên siyasî: 24
Sedemên edlî: 7

Destavêtina ji ber sedemên edlî: 1
Destdirêjiya ji ber sedemên edlî: 6

Rewşa hiqûqî ya dozan:

Dosyayên giştî yên dozan: 11
Dozên li Dadgehên Ceza didomin:1
Dozên li dozgeriyê: 10
Dosyayên rakirin arşîvê:

Bi giştî: 20

Jinên ku ji ber tirsê nexwest doz bên destpêkirin: 11
Dozên ku ji aliyê parêzerên mexdûr ve tên şopandin: 9
Dozên ku mexdûr dişopîne: 2
Jinên ku ji ber gilîkirinê bûn hedefa zexta giran: 1