YJK-E: 25'ê Mijdarê ji bo Rojava em dakevin qadan!

YJK-E bang li hemû jinan kir ku 25'ê Mijdarê li şoreşa jinê ya li Rojava xwedî derkevin.

YJK-E (Yekîtiya Jinên Kurd- Elmanya) ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin dema Berxwedana Rûmetê ya  Rojava 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin, Xwîşkên Mirabel û Roza Luxembûrg bi bîr anî û got, ''Em li ber berxwedana Sakîne Cansiz ku li Kurdistanê navê jiyaneke nû ye û li ber berxwedana Hevrîn Xelefan bi hurmetdarî bejna xwe ditewînin.''


'DIXWAZIN ŞOREŞÊ BIFETISÎNIN'

YJK-E'yê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava,Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û got, ''Bi van êrîşan ku tê xwestin şoreşa jinê were fetisandin, 25'ê Mijdara îsal ji bo me dibe rojeke hê girîngitr a berxwedanê. Bi giyanê yekîtiya netewî ya Kurd, li gel jinên cîhanê bi dirûşma Womend Defend Rojava-Jin Rojava Diparêzin dadikevin qadan.'' YJK-E'yê her wiha êrîşên li ser jinên Kurd ên Êzîdî, êrîşên li ser jinên Sûryan û Ermen yên li Bakur-Rojhilatê sûriyê û komkujî, revandina jinên Kurd ên li Efrînê bi bîr xist û got, ''Em soz didin ku li dijî êrîşên li ser şoreşa jinê em ê berxwedana xwe bi geşkirinê bidomînin.''

YJK-E'yê di daxuyaniya xwe de herî dawî bang li jinan kir ku di çalakiyên 25'ê Mijdarê de hemû jin hazir bin û berevaniyê li Şoreşa Jinê y Rojava bikin.