Garzan: Tundî pergalî ye, ya diyarker xweparastin e

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan diyar kir tundiya li ser jinê pergalî ye û bal kişande ser diyarkariya xweparastinê. Garzan got, ‘’Jin hem divê teoriyê û hem jî çalakiyê derxînin holê’’ û got divê jin ji koletiyê êdî rizgar bibin û şoreşê bik

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan diyar kir tundiya li ser jinê pergalî ye û bal kişande ser diyarkariya xweparastinê. Garzan got, ‘’Jin hem divê teoriyê û hem jî çalakiyê derxînin holê’’ û got divê jin ji koletiyê êdî rizgar bibin û şoreşê bikin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Navnetewî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê ji ANF’ê re axivî.

 ‘TUNDIYA LI SER JINÊ PERGALÎ YE’

Garzan di şexsê xwîşkên Mirabal de hemû jinên kedkar, welatparêz, sosyalîst û şoreşger ên ku hatine qetilkirin bi bîr anî û her wiha di şexsê şehîdên mijdarê Delal Amed, Azê Malazgirt û Zelîha Toros de hemû şehîdên Şoreşa Azadiyê ya Jinê bi bîr anî û got ew careke dî sond dixwin ku şehîdan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û armancên wan bi cih bînin.  Garzan her wiha di şexsê Hevrîn Xelef û Aynûr Ada de ku di Berxwedana Rûmetê ya Rojava de, ya li dijî dagirkeriya qirker a  Tirk de şehîd bûbûn hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anî.

Garzan bal kişande ser paşxana dîrokî ya zext û tundiya li ser jinê, got, ‘’paşxan kûrtir e. Ji ber vê jî, ji bo ku tundî ji holê were rakirin hewceyî bi rabûn û têkoşîneke wiha kûr û bingehîn heye. Wiha bi du biryaran ji holê ranabe. Biryarên wiha tenê xwedî nirxên sembolik in. Ji bilî wê çi bandoreke wê ya giran tine. Ji ber ku tundiya li ser jinê pergalî ye. Bi îdeolojî û hişmendiyeke sazkar e.’’

Garzan got divê hemû aliyên zext û tundiyê yên li ser jinê û di şexsê jinê de li ser hemû beşên  civakê tê kirin rast werin dahurandin û li dijî hemû hêlên  hişmendiya zilam serwer a ku tundiyê hildiberîne, bi geşbûna têkoşîna îdeolojîk, felsefî, siyasî, sosyal û xweparastinê mirov dikare bi ser bikeve û got,’’Ji ber vê bêyî têkoşîn û rêxistiniya di hêlên îdeolojîk, felsefî, siyasî, sosyal û xweparastinî de, ya bi navenda jinê, her cure nûtî û guherîna ku li ser navê jinê tê kirin, ne dikare  hişmendiya zilam serwer biguherîne û ne jî dikare jiyaneke azad a jinê û civakîtiyê dikare ava bike.’’

XWÎŞKÊN MÎRABAL Û JINÊN KURD

Garzan bal kişande ser êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û civaka Kurd û got, ‘’Tundiya li ser xwîşkên Mîrabal, êşkence û faşîzm îro bi asteke zêde li ser gelê Kurd û jina Kurd tê kirin’’ û got, ‘’Faşîzma Erdogan û Bahçelî ya îro li Kurdistanê, ji faşîzma Trujîlo jî wêdetir, rejîmeke qirker û mêtingeriyeke faşîst e.’’

Garzan bi domdarî komkujiyên qirkeriya faşîst a dema desthilata Erdogan-AKP’ê ya  Roboskê, Parîsê, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Silopî bi bîr xist. Garzan got, ‘’Bi rengekî hovene qetilkirina  hevrê Sakîne, Rojbîn û  Ronahî, naveroka qetilkirina Dayika Taybet, Sêvê, Fatma, Pakîze mîna ya xwîşkên Mîrabal e. Wan jî ji bo jiyan û welatekî azad, wekhev, demokratîk têkoşîn dida. Sêvê, Fatma, Pakîze ji bo jiyaneke azad, ji bo civakeke azad têkoşîn dida.’’

Garzan  her wiha êrîşên li ser Başurê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bi bîr xist û got, ‘’Bi plana qirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Başûrê Kurdistanê konsepta dagirkeriyê û qirkeriyê hatiye sazkarkirin, ji 2015’an û vir ve li ser hemû qadên başûr parçe parçe êrîşên mezin û polîtîkayên komujiyê hatine sazkirin’’. Garzan her wiha komkujiya li ser Şengalê ya 2014’an bi bîr xist û got ev bi desteka Erdogan, dewleta TC’ê pêk hatiye,  Erdogan û desthilata AKP’ê bi hemû hêza dewleta  Tirk û hêzên mêtinger ên navnetewî û bi desteka çek û teknîka modern a NATO’yê êrîşên dagirker û îmhayê biriye ser şoreşa  Rojava, bi fermana Erdogan çeteyên DAÎŞ’ê Kurdan û jinên Kurd qetil dike. Garzan got, ‘’Bi rengekî berbiçav li Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî bi hezaran komkujî hatin kirin.’’

Garzan got, ‘’Li bara geşedanên ku têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê ava kirî hikûmeta faşîst a Erdogan di serî de li ser jinên Kurd, bi hemû polîtîkayên qirker ên psikolojik, şerê taybet berê êrîşan daye ser jinê’’.

Garzan wiha pê de çû: ‘’Ji ber ku li dijî êrîşên faşîst û dagirker li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîn û berxwedaniyeke mezin heye. Nexasim berxwedana jinan a li her qadê û têkoşîna wan, Erdoganê faşîst û hemû hêzên ku destekê didinê û dipejirîne pir tirsandiye.’’  Garzan got, ‘’Bi vê bingehê li dijî hişmendiya zilam serwer her gava ji ku ji bo nasnameya jina azad û rêxistiniya wê, wê were avêtin, her çalakiyeke ku wê were kirin, her gotina ku wê were kirin nirxdar e, wateadr e û ya hewce ye ku divê were kirin.’’

‘DIVÊ MIROV XWE JI PERGALA KOLEDARIYÊ QUT BIKE’

Garzan bi berdewamî bal kişande ser paşxana êrîşên pirhêlî yên li ser jinê û got, ‘’Li dijî hişmendî û desthilata zilam serwer a li ser jinê, li ser hîmê îdeolojiya rizgarker a jinê û hişmendiya jineolojiyê, di hêlên siyasî, sosyal, civakî, çandî û xweparastinê de hewceyî pê heye ku têkoşîne û rêxistineke radîkal were geşkirin. Hewceyî pê heye ku ji pergala koledariyê ya bi hezaran salan, ji cîhana wê mirov xwe qut bike.’’

 ‘BÊYÎ XWEPARASTINÊ MIROV TÊK DIÇE’

Garzan bal kişande ser girîngiya xweparastinê û got, ‘’Di parastina mirovê azad û nasnameya jina azad de û di afirandina jiyana azad de hişmendiya xweparastinê û çalakiya wê mafê sereke ye. Ev heq hem sirûştî ye û hem jî xwedî wateyeke rêgezî ye. Di dîroka şaristaniyê de ev heq ji bo ku ji dest hatiye standin jin ttm têk çûye. Xweparastin û hişmendiya xweparastinê, paratina hêza xwe , helwesta bîrewerbûn, xwedîvînbûn û têkoşerbûnê ye. Li dijî koledariyê, zordariyê û zextê ev peywira herî sereke ya hemû jinan e.’’

Garzan bi domdarî got, ‘’Di têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê de rola xweparastinê diyarker e. Hişmendiya xweparastinê û çalakiya Wê, organîzeke herî sereke ya parastina jiyanê û hêza rêxistinî ye. Hişmendiya jiyana rêxistinî xweparastinê, hişmendiya xweparastinê û ya rêxistinî tîne. Ji ber vê jî, bêyî hebûna hişmendiya xweparastinê, bêyî hêza xweparastinê têkoşîna azadiya jinê û avabûna jiyana azad nabe. Jixwe rêxistinên jinan ên ku di dîrokê de nebûne xwedî hişmendiya xweparastinê û rêxistiniya wê têk çûne. Ji ber vê, Rêber Apo hêza xweparastina jinê mîna garantöre têkoşîna azadiya jinê navandiye.  Jin û civaka ne  xwedî xweparastinê nikare bibe xwedî garantora azadî û jiyana azad.’’

Garzan bi domdarî got, ‘’Ji ber vê jî, di serî de jin ji heft salî bigirin heta bi heftê salî hemû derdorên civakî li ser hişmendiya xweparastinê li kuçeyan, meydanan, li bajêr û gundan, li hemû qadên jiyanê bi rengekî xurt û encamgir divê rêxistiniya xwe bikin. Li bara berxwedan û çalakiyeke wiha hişmend û rêxistinî ti hêzeke dagirker nikare raweste. Bes ku em li ser hêza xwe xweparastinê û rêxistiniya têkoşînê bikin. Ya dî ji ber xwe ve wê were.’’

 ‘DIVÊ EM TEORÎ Û ÇALAKIYÊ DERXÎNIN HOLÊ’

Garzan bal kişande ser berxwedan û têkoşîna jinan a li Kurdistanê û cîhanê û got, ‘’Yek ji peywira me ya herî girîng e ku hevnirxê vê hişmendî û tecrûbeya ku vê berxwedana mezin a ji bo jinan derxistiye holê, bi pratîkê em derxînin holê. Ji ber vê, em jinên ku têkoşîna azadiyê didin, ivê em zanibin ku dema wê ye ku em hem teorî û hem jî çalakiya şoreşa jinê derxînin holê.’’

Garzan bal kişande ser haziriyên Konferansa Jinan a 3’yan a bi pêşengya KJK’ê, got, hazirî hatine astenge girîng û domand, ‘’Konferansên 1 û 2’yan tecrûbeyên girîng derxistin holê. Em bawer dikin ku Konferansa 3’yan jî ji hêla jinên Kurd ve wê asteke xurt a yekîtî û rêxistiniyê bi xwe re bîne. Ji ber vê girîng e ku jinên  çar parçeyên Kurdistanê bi plansazî û projeyeke yekît3i ya ku esasen netewî dike hevkar tevbigere. Di pêvajoyeke wiha de yekîtiya demokratîk a jinên Kurdistanê, hem wê êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd pûç bike û hem jî di têkoşîna jinan a cîhanê de wê bi roleke girîng rabe.’’