TJA: Emê 25'ê Mijdarê li qadan bin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ew ê 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê li qadan bin.

TJA'yê di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîşên li ser jinan, bi bîr xist ku li Tirkiyê û li cîhanê gelek rejîmên otorîter, çeteyên mîna DAÎŞ, Boko Haram û hwd. bi hezaran jin kuştine û tundî li ser wan kirine.

TJA'yê bi bîr xist ku di serdema tifaqa AKP-MHP'ê tecawiza li ser zarokan, kuştina jinan, tundiya li ser jinan, zext û zordarî, faşîzm û zayendîparêzî zêde bûye û diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê hewl dide TJA'yê û gelek sazî û dezgeh û meclîsên jinan krîmînalîze bike.

Her wiha hate gotin xeta têkoşînê ya ku bi hezaran jinên cîhanê li dijî faşîzma li ser jin û gelan ava kirî îro di şexsê Hevrîn Xelef de li Rojava bi têkoşîna azadiya jinê berbiçav bûye.

TJA'yê herî dawî got, ''Li gel bi milyonan jinên li cîhanê, li dijî her cure tundiyê em ê bi rêxistinî têbikoşin, destkeftiyên xwe bipaRêzin, em ê piştevaniyê û tora hevpar a têkoşînê geş bikin, ji bo ku yeka dî ji me kêm nebe em ê 25'ê Mijdarê li qadan bin.''