Li Bordeaux, Lyon û Frankfûrtê meşên 25’ê Mijdarê

Li bajarê Bordeaux û Lyon yê Fransayê û bajarê Frankfûrt a Elmanyayê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê meş hatin lidarxistin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux a Fransayê jinên Kurd û Fransî bi munasebeta Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya 25’ê Mijdarê li qada bûn.

Di çalakiya ku Komîna Şehîd Awêsta Xabûr û Colectîfe Des Femmesê organîze kiribû bi hezaran jin tevlî meşê bûn ku ji Place de la Boursê destpê kir û li ber avahiya Konseya Herêmî bidawî bû.

Di meşê de drûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

LYON

Bi hezaran jin li bajarê Lyon a Fransayê meşa 25’ê Mijdarê organîze kirin. Jinan ku pankarta şermezarkirina şîdeta li hemberî jin û dovîz hilgirtibûn li gorî heman naverokî drûşm berzkirin.

Di meşê de ku drûşmên wekî “Em bihêz in, birûmet in, femînîst in, bihêrs in” û “Kolan ayîdê kê ye, kolan ayîdê me ye” hatin berzkirin, li ber avahiya Dadgeha Bilind ya Lyon’ê sekinî. Piştî ku navê 137 jinên ku sala 2019’an hatine qetilkirin het xwendin, jinan meşa xwe domand.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê meşek ji aliyê meclîsên jinan a Frankfort, Offenach û Hanau’yê hate organîzekirin. Meşa ku Courage, ADKH û rêxistinên ciwanan piştgirî danê li ber HBF destpê kir. Çalakî li Rossmarkê bi mîtîngekî bidawî bû.

Di meşa ku gelek kes tevlî bibûn de pankartên ku komkujiyên jinan û şîdeta li hemberî jinê protesto dikir hate hilgirtin.

Kuştina siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hate şermezarkirin. Mîtîng bi yek deqqe rêzgirtin ji bo bîranîna jinên ku hatine qetilkirin ve destpê kir. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên jinan axavtin pêşkêşkirin.