Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê 25’ê Mijdarê dakevin qadan!

Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand ku li dijî politîkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya dijî jinan ew ê 25’ê Mijdarê dakevin qadan.

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Jinê daxuniyeke nivîskî weşand.

Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê dawî li politîkayên dagirkerî û şer, her cureyê tundiya li jinê û îradeya gelan dike armanc were.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Her roja diçe êrîşên li dijî destkeftiyên me, gelê me, azadiyê, jiyana me û hebûna me ya li qada civakê de zêde dibin. Desthilatdariya takekesî ya AKP-MHP’ê bi şêweyek vekirî êrîşî têkoşîna jinan û azadiya jinê dike.

Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî desthilatdariya zilam û hişmendiya takekesî li dijî politÎkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî jinan 25’ê Mijdarê Rojava Piştevanî û Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Jinê dakevin qadan.”