Fermandariya Giştî ya YPJ'ê: Têkoşîna jinê wê bidome

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek nivîsî da û got: “Tekoşîna me wê bi ruhê hevrîn, dayika eqîde, amara û xuşkên mîrabal bidome.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di derbarê 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di şexsê her sê xwişkên Mîrabal de û xwediyên fedekariyên mezin rêhevala me Amara, Hevrîn û kedkara şoreşê dayika Eqîde de tevahî jinên ku di oxira welat, nasname û parastina hebûna civakê de xwe feda kirine bi bîrtînin. Li ser rastiya şehîdên Berxwedana Rûmetê em careke din soza mezinkirina tekoşîna li hemberî hişmendiya desthilatdariyê nû dikin.

Di dîrokê de jinên ku tekoşîn kirine, serî rakirin û bi ruhê berxwedanê li hemberî desthilatdaran û hişmendiya serdest ya mêr sekinîne, bi êrişên herî hovane re rû birû mane. Serî rakirin û tekoşîna her sê xwişkan a li hemberî pergala desthilatdar a dewleta Dominik xwedî heman rastî ye. Pergala serdest ya bi destê mêr hatiye avakirin jinên zane û civaka berxwedêr her tim ji bo xwe xeterî dîtiye. Ji bo xwe li ser piyan bigre bi rêbazên herî qirêj û pîlangeriyên komploger hewl daye qirkirina çandî, fîzîkî, fikrî û rûhî pêk bîne. Tekoşîna me bi zanebûna van rastiyan derket û bi avakirina hêza parastina jinê re ji bo em bibin tolhildêrên hemû hovîtiyên li ser jin hatine pêkanîn û ketin rêya tekoşînê.

Di serdema ku em dijîn de her ku diçe tekoşîna jinan li seranserê cîhanê û bi taybet di Rojhilata Navîn de xwe şênber dike. Pergala desthilatdar îro xwe bi hêza zordar li ser piyan digre. Bi qasî ku bi hêz xûya dike ewqasî jî di rewşa heyî de berbi hilweşandinê ve ye. Çeka hêzên desthildarê ya van 10 salên dawî de li hemberî civakê û tunekirina nirxên civakî çeteyên hovane ne. Di serî de çeteyên DAÎŞ’ê ku bûn tirs û xufa tevahî cîhanê û di bin navên cuda de bi sedan komên çete avakirin. Ev komên çete berhemên aqilê ne ê ku pergala kapîtalîst li ser piyan digire. Hovîtiya çeteyan di esasê xwe de rûyê veşartî yê netew dewletê ye. Di serî de dewleta Tirk a dagirker, qirker û hevkarên wî û tevahî pergala serdest ya xwînxwar ê civakê îro careke din di şexsê tekoşînvanên mezin heval Hevrîn, dayika Eqîde, heval Amara û bi sedan rêhevalên me bi biryara têkbirina tekoşîna me daye. Ev biryar biryara tunekirina tevahî nirxên civakê ye. Ev pilangerî ya ku di bingeha xwe de tunekirina destkeftiyên şoreşa gelan dike armanc, di 9’ê Cotmeha îsal de hilbijartin ji bo gelên herêmê manedar e.

Em di demeke wisa dîrokî ya tekoşînê de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Dîrok, careke din di şexsê dayika Eqîde, rêheval Hevrîn û Amara de xwe dubare dike. Dewleta Tirk û çeteyên wî eger îro ewqas bi hovane hevalên me şehîd dixe, bi cenazeyê wan dileyîze û vê di medya de belav dike, bi armancekî dike. Ev asta hovîtiya hêzên serdest îfade dike. Ji bo wê em dibêjin li hemberî vê hovîtiya mezin, eger îro jin dixwazin roja 25’ê Mijdarê bighînin wateyeke mezin ya tekoşînê û veguherînin destpêkeke nû pêwîstî bi hevgirtineke hîn xurt ya ruhî heye. Li kudera cîhanê dibe bila bibe ger ku jinek, komek an rêxistineke jin ji bo azadiya jinê û civakê tekoşîn dimeşîne, pêwîste hemû jin berê xwe bidinê û xwedî lêderbikevin. Tekoşîna azadiyê çiqas mezin û fereh bibe ewqas tundî ango bi navê din dagirkerî biçûk dibe.

Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên cîhanê dikin û dibêjin, em destê xwe bidin hev û li hemberî dagirkeriya îro li ser jinên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û li deverên ku xeteriya dagirkeriyê û tundiyê tê kirin dengê xwe bilind bikin. Tekoşîna her sê xwişkan îro veguheriya tekoşîna bi hezaran jinan. Ji bo em destkeftiyên tekoşîna jinan daye biparêzin, çi berdêl ji me tê xwestin em ê bidin. Em ji bo hêviyên her sê xwişkan , tekoşîna dayika Eqîde, rêheval Hevrîn, Amara û bi hezaran şehîdên me pêk bînin. Em di çerçoveya şerê parastina rewa de li hemberî dagirkeriyê bisekinin û tekoşîna xwe hîn bilind bikin.

Bi vê bîr û baweriyê em bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê, tekoşîn û fedekariya jinan û dayikên me raber dikin bi rêzdarî silav dikin û soza me dayke şehîdan careke din nû dikin."