Bi deh hezaran jin li Parîsê li dijî tundiyê meşiyan

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê bi deh hezaran jin daketin kolanan.

Çalakiya tê texmînkirin ku 50 hezar jinî zêdetir tevlî bû, qad ji bi rengê xemrî xemilî.

Çalakiya gelek rêxistinên femînîst, parêzvanên mafê jinan, partiyên siyasî û sendika tevlî bûn, Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-R), Jinên Ciwan ên Şoreşger a Parîs û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî bi pankartên xwe cihê xwe di çalakiyê de girt.

Jinên Kurd wêneyên siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef a li Rojava şehîd bû û wêneyê sê jinên şorşeger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin hildan.

Jinên Kurd pankartên bi nivîsên ‘Jinên Rojava diparêzin’ û ‘Şideta li jinê polîtîk e’ û dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ qîr kirin.

Parlementera Serî Natewînin a Fransa Danîelle Sîmonntet cih li gel jinên Kurd girt û peyamên destek û berxwedanê da.

Çalakî bi meşa ku saet 14:00’an li qada Opera destpê kir û heta Qada Repûbîqûe dom kir bi dawî bû.