‘Jin bi piştevaniya dewletê ji aliyê mêran ve tên qetilkirin’

Aktivîsta TJA Nurten Uzumcu diyar kir ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê her roj li Tirkiyeyê bi destê mêran jin tên qetilkirin û anî ziman ku li dijî vê hişmendiyê wê têkoşîna xwe xurt bikin û di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.

Aktivîsta TJA Nurten Uzumcu diyar kir ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê her roj li Tirkiyeyê bi destê mêran jin tên qetilkirin û anî ziman ku li dijî vê hişmendiyê wê têkoşîna xwe xurt bikin û di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.

Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Komarê Domînîkê li ber kendalekî cenazeyê 3 jinan hatibû dîtin. Ev her sê bedenên bêgiyan bûn sembola têkoşîna li hemberî dîktatoriyê. 3 xwişkên hev ên li herêma Cîbas a Komara Domînîkê hatin diyayê û bi navê "Xwişkên Mîrabel " hatin naskirin, ji wan Patrîa di meha Hezîranê ya sala 1960'î de Tevgera Clandestîneyê ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tev li vê tevgerê bûn. Piştî vê dîktatoriya Trûjîllo bi zext û zorî bi ser wan de çû. Her sê jin, ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê bi zext û zoriyên giran re rû bi rû man. Piştî dîktator Trûjîllo fêm kir bi zext û zoriyan nikare rê li ber têkoşîna jinan bigire, di 25'ê Mijdara 1960'î de dest bi îşkenceyê kir. Gava xwişkên Mîrabel, ji serdana hevjînên xwe yên di girtîgehê de vedigeriyan, hêzên dîktator Trûjîllo bi zorê ew ji wesayîtên wan derxistin û tecwizî wan kirin û wan bi îşkenceyê qetil kirin. Wê demê ji bo mirina xwişkên Mîrabel hat gotin ku "qeza" kirine. Piştî mirina wan bi salekê, tevger û têkoşîna wan dawî li dîktatoriya Trûjîllo anî.

BI ÇALAKIYAN HATIN BIBÎRANÎN

Jinên Amerîkaya Latîn ku xwişkên Mîrabel ji bîr nekirin, wan bi navê "Pinpinîk" bi bîr anîn û di 25'ê Mijdara sala 1981'ê de li Komara Domînîkê kom bûn û konferanseke jinan li dar xistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku roja qetilkirina her sê xwişkan kirin "Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta li Dijî Jinê". Paşê di sala 1999'an ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî jî bi heman awayî hat ragihandin. Piştî vê jinan li çar hawirdorê cîhanê bi çalakiyên cur bi cur "Pinpinîkan" bibîr anîn.

‘JI BER BER POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê JIN TÊN QETILKIRIN’

Têkoşîna xwişkên Mîrabel li Kurdistan û Tirkiyeyê jî didome. Li Tirkiyeya ku her roj herî kêm jinek tê kuştin, li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; ji sala 2008'an heta 10 mehên ewil ên sala 2019'an 3 hezar û 94 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nurten Uzumcu anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê her roj li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê bi destê mêr bi piştevaniya dewletê her roj jin rastî tundî û qetilkirinê tê. Li dijî vê hişmendiyê em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Li dijî hikûmetê hewldana derbeyê pêk hat, lê belê hikûmeta AKP’ê ev ji xwe re hincet nîşan da û li dijî jinan derbe pêk anîn. Dibin navê Rewşa Awarte de hemû saziyên jinan girtin û jin hedef nîşan dan. Hemû qadên ji bo têkoşîna jinê hatin girtin û jinên Kurd yên pêşeng xistin girtîgehan. Dibe li Rewşa Awarte niha rabû be, lê ev rewş 40 sal e li Kurdistanê berdewam dike. Li gorî deneyan û nûçeyên çapemeniyê ji sala 2019’an de nêzî 140 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Ev hêjmar dibe hin zêdetir be. Li ber çavê jinan hina jî qîrîna Emîne Bulut ya ku ez dixwazim bijîm heye.”

‘PEYMAN DI PRATÎKÊ DE PÊK NAYÊ’

Uzumcu da zanîn ku rêya sereke ya pêşîgirtina li ber kuştina jinan Peymana Stenbolê ye û wiha pê de çû: “Peyman di pratîkê de pêk nayê. Tirkiye bi xwe îmza li binê peymana Stenbolê daye, lê mixabin di pratîkê de tişte tuneye û li berovajî vê yekê dewlet jinan hedef nîşan dide. Li Tirkiyeyê ji ber ku jin dixwazin der barê jiyana xwe de biryaran bigirin, tên kuştin. Gava dixwazin dev ji hevjînê xwe berdin, gava dixwazin li gor dilê xwe kincan li xwe bikin bi bahaneyên cuda jiyana wan tê binpêkirin. Her kêliya ku kuştina jinan neyên rawestandin wê tim û tim kuştina jinan zêde bibin. Ji ber newekheviya zayendî ya civakiyî, şideta li ser jinan zêde dibe. Di vî warî de Peymana Stenbolê xwedî rolekî tevdîrgirtinê ye. Sedema tundiya li ser jinê aşkera dike û pêşîlêgirtina wê gav bi gav vedibêje.”

JI BO TEVLÎBÛNA MEŞÊ BANG

Uzumcu, ji bo 25'ê Mijdarê bang li jinan hemûyan kir û got: " Weke TJA her sal di rojên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de çalakiyên cuda ji bo têkoşîna jinê li dar dixin. Weke jinên Êlihî ji 1’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê bi bernameyên cur be cur em bi jinan re tên li gel hev.  Em bang li jinên dibêjin 'Ez naxwazim bimirim, em naxwazin bimirin' dikin ku dakevin qadan. Ji bo 25’ê Mijdarê em ê weke jinên Êlîhî li gel hev bi civîn û di saet 13:00’an de li parqa Ataturk bi meşin. Ji bo vê yekê ez bang li tevahiya jinên Êlihî dikim ku tevlî meşa jinê bibin.”