JIN
Hemû Nûçe
-
Jinek hate qetilkirin, yek jî birîndar bû
Li Konyayê mêrekê jina bi navê Nûriye Unver qetil kir, li Qeyseriyê jî jinek ji ber tundiya mêr birîndar bû. -
Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 25’an de ye
Dayikên Aştiyê di roja 25’an a çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalka de carekî din bang li PDK’ê kir û got: “Cenazeyê zarokên me bidin!” -
TJA: Em ê polîtîka çavtirsandin û tepisandinê qebûl nekin
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Garîbe Gezer daxuyaniyek da ku li Girtîgehê destdirêjî û êşkence lê hate kirin. TJA'yê destnîşan kir ku wê polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê qebûl nekin. -
Li Kocaeliyê jinek hate kuştin
Li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê mêrekî bi navê A.A. bi çekê S.G. qetil kir. -
Jina ku hevjînê wê ji wesayîtê avêtibû xwarê jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku jina xelkê Pîranşarê ku beriya niha 13 rojan ji aliyê hevjînê xwe ji wesayîtê hatibû avêtin û ji ber wê rakiribûn nexweşxaneyê, îro jiyana xwe ji dest da. -
Jinên Şengalî dijî tecrîdê meşiyan
Tevgera Jinên Azad a Êzîdiyan (TAJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Şengalê çalakiyek li dar xistin. -
Jinên Efgan bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, jin li hev civiyan û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Talîbanê jî careke din nehişt ku rojnamevan xwe nêzî xwepêşandarên bikin. -
‘Bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk sûc bike’
Kongreya Starê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê digire ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc dijmirovahiyê pêk tîne. -
22 wekîlên jin ên HDP'î nerazîbûn nîşanî êşkenceya zayendî ya li girtîgehê dan
22 parlamenterên jin ên HDP'î êriş û êşkenceya zayendî ya ku li girtî Garîbe Gezer hate kirin, xistin rojeva meclîsê. -
Li Rûsyayê konferansa jinên Kurd
Organîzasyona Jinên Kurd a li Moskowayê (Viyan) konferansa xwe ya 5'emîn li dar xist. -
Li Efrînê 84 jin hatine kuştin
Rêxistinên Civaka Sivîl a Efrînê bîlançoya sûcê şer ê dewleta Tirk eşkere kirin û diyar kirin 84 jin hatine kuştin û ji hezaran zêdetir jin jî hatine revandin. -
Meclîsa Îştar a Mexmûrê piştgirî da çalakiya REPAK’ê
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe ji bo jinên ku bi rêya REPAK’ê name ji OPCW re nivîsandin da diyar kirin. -
PAJK: Em derba dawî li dewleta faşîst a lawazbûyî bixin û biavêjin ser çopa dîrokê
PJAK'ê diyar kir ku li Metîna, Zap û Avaşînê berxwedanek bi ruhê lehengiyê tê meşandin û bang li her kesî kir ku li dora vê berxwedanê bicivin, derba dawî li dewleta Tirk a faşîst a ji hêzê ketiye bixin û diavêjin ser çopa dîrokê. -
YJA Star: Ên ku bi Bêrîtanî li ber xwe didin wê bi ser bikevin
Fermandariya Navendî ya Biryargeha YJA Starê: Em gerîlayên YJA Starê li dijî hemû êrîşan bi Bêrîtanî li ber xwe didin û şer dikin. Em îdîa û biryardariya xwe ya li ser avakirina jiyana azad diyar dikin, serkeftin wê ya berxwedêrên Bêrîtanî be. -
YJŞ: Hevala Şîlan li Şengal’ê bû navê jina pêşeng
Fermandariya YJŞ’ê Fermandara YJA-Starê bibîr anî û diyarkir, “Hevala Şîlan parastina cewherî ya civakê û artêşbûyîna jin bi me da naskirin û hişt ku em jî artêşa xwe di nava Şengalê de ava û bihêz bikin.” -
Ji Dayikên Roboskiyê Qedriye Encû wefat kir
Dayika Hamze Encû ku di Qetlîama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Qedriye Encû ji ber qeyrana dil wefat kir. -
Jinan name ji OPCW'ê re şandin: Ji Tirkiyeyê hesab bipirsin!
Jinan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî name ji OPCW'ê re şandin û jê xwestin, ku hesab ji Tirkiyeyê bê xwestin. -
Dayikên Aştiyê: Heta cenazeyê zarokên xwe em negirin, çalakî wê bidome
Dayikên Aştiyê, piştî ku hêzên PDK’ê diyar kirin ku wê daxwazên wan bigihînin rayedarên Başûrê Kurdistanê û şûnde li Deriyê Sînor ê Sêmalka daxuyaniyek da. -
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava: Divê li dijî dewleta Tirk bibin yek
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê şermezar kir, bang li cıvata navneteweyî û jinan kir. -
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê girtiyên jin serî hildan
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê girtiyên jin li dijî zext û êşkenceyê 3 roj in di grevê de ne. -
Li Hemedanê jineke Kurd hate qetilkirin
Jina Kurd Leyla Şekîba ku xelkê Sine ye û li Hemedanê dima, ji aliyê zilamê pê re hatibû zewicandin ve hate qetilkirin. -
Jinan li Kolnê serdan CDU û Keskan kirin
Delegasyona Meclîsa Jinan a Viyan, têkildarî bikaranîna gazên kîmyewî ya dewleta Tirk serdana partiya CDU û Keskan kir, dosyayek da wan. -
Jinên TJA û DBP’yî: Wê hêza me ya rêxistinkirî mezin bibe
Jinan êrişa polîsên Tirk a li ser mîtînga li Amedê protesto kirin û gotin “Em ê hêza xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin.” -
Encamnameya Konferansa Yekîtiya Jinên Elewî hate eşkerekirin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk biryarên ku di konferansa xwe ya beriya çend rojan de wergirtî eşkere kir. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê komxebata 'jiyaneke nû ya bêastengî' li dar xist
Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya têkoşîna dijî xizaniya jinê de li Enqereyê bi navê 'Jin jiyaneke nû ya bêastengî ava dikin' komxebatek li dar xist.