Dayikên Aştiyê: Heta cenazeyê zarokên xwe em negirin, çalakî wê bidome
Dayikên Aştiyê, piştî ku hêzên PDK’ê diyar kirin ku wê daxwazên wan bigihînin rayedarên Başûrê Kurdistanê û şûnde li Deriyê Sînor ê Sêmalka daxuyaniyek da.
Dayikên Aştiyê, piştî ku hêzên PDK’ê diyar kirin ku wê daxwazên wan bigihînin rayedarên Başûrê Kurdistanê û şûnde li Deriyê Sînor ê Sêmalka daxuyaniyek da.
Dayikên Aştiyê di roja 18`emîn a çalakiya konvedanê de ya bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cudî de, li pêşiya kon kom bûn.
Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê hate gotin: "Em keda dayik û malbatên ku li pêşiya konê rûmetê li ber xwe didin silav dikin. Heta ku em cenazeyên şehîdan wernegirin wê çalakiya me bi dawî nebe."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev cara duyemîn e ku PDK'ê nahêle dayikên aştiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku nameya xwe bidin desthilatdariya Başûr û wiha hate goin: "Heke cenaze di destên faşîzma Tirk de ye em ji wan naxwazin, lê cenazeyên her du şehîdan di destên birayên me de ne û diviyabû ku merasîm ji wan re lidar xisitbûna, ne ku radestî malbatên wan nekin.
Dema me daxwazên xwe pêşkêş kir, PDK`ê nameya me qebûl nekir ku ev cara duyemîn red dike, lê soz dan dayikên aştiyê ku ew ê peyama wan roja şemiyê qebûl bikin û radestî aliyên peywendîdar bikin, piştre dê bi rêya têkiliyên dergehê encam werin ragihandin.
Dayikên Aştiyê ew ê çalakiya xwe ya aştiyane heta radestkirina cenazeyan a ji malbatên wan re, berdewam bike û astengiyên li pêşiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî û jiyana hevbeş li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rakin."