Jinan name ji OPCW'ê re şandin: Ji Tirkiyeyê hesab bipirsin!

Jinan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî name ji OPCW'ê re şandin û jê xwestin, ku hesab ji Tirkiyeyê bê xwestin.

Tevî Silvîa Federîcî, Nancy Fraser û Sylvîa Marcos gelek jinan bang li Serokê OPCW'ê kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava hewldanan.

Bi hewldana REPAK'ê ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan nasmeyek nivîsîn û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî xwestin ku bi berpirsyariya xwe rabe û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk dest bi lêpirsînê bike.

'NE CARA PÊŞÎ YE, BERÊ JÎ HATIYE TOMARKIRIN'

Nameya jinan wiha ye:

''Dîrektorê Giştî Rêzdar Fernando Arîas,

Em jinên ji welatên cuda, tekildarî mijara metirsîdar serî li we didin. Îdîa hene ku artêşa Tirk çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne bi kar tîne.

Dewleta Tirk ji 23'ê Nîsana 2021'ê ve li Bakurê Iraqê li dijî gerîla û gelê Kurd operasyona leşkerî dimeşîne. Ev operasyona leşkerî hem binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hem jî sûcê şer e. Ji ber ku çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne têne bikaranîn.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) parve kir, artêşa Tirk 5 mehên dawî 138 caran bi çekên kîmyewî êriş kir û ji ber vê yekê gelek şervanên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Mînak 3'ê Îlonê li qada Avaşînê li Girê Sor sê şervan bi çekên kimyewî hatine qetilkirin. Artêşa Tirk bi van êrişên hovane ne tenê gerîla dike hedef.  4'ê Îlonê di êrişa kimyewî de ya li ser gundê Hirorê ziyaneke mezin gihaştiye malbatekê. Şaxê Iraqê ya Tîma Levanînê ya Xiristiyan jî diyar kir nexweşiyên tenduristiyê yên malbatê ji ber êrişa çekên kîmyewî ye.

Îdîaya ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne ne nû ye. Salên 2010, 2013 û 2019'an jî îdîayên navborî bi belgeyên dîtbar û raporên pisporan li çapemeniya navneteweyî hatin weşandin. Tirkiyeyê 17'ê Cotmeha 2019'an li dijî bajarê Kurdan ê li Bakurê Sûriyeyê Serêkaniyê di erişa hewayî de fosfora spî bi kar anî. Ji ber vê êrişê jin û zarok jî di nav de bi dehan kes bi giranî birîndar bûn. Mixabin wê demê saziyên navneteweyî û dewlet li hemberî sûcên Tirkiyeyê bêdeng man.

'ÊRÎŞÊN HOVENE TÊNE KIRIN'

Dîrok bi hovîtiyên dewletan tije ye, ku li kes û gelên bêparastin kirine. Ji bo ku pêşî li vê were girtin qanûnên navneteweyî, mekanîzma û rêxistin hatine avakirin. Ev, destketiya tevahiya mirovahiyê ye. Lê mixabin ji ber ku ev mekanîzma û berpiryarî bi rengekî hevgirtinî nayê bicihanîn em dibînin ku hê jî ev êriş didomin.

Mixabin dema ku mijar Kurd bin, hiqûqa neteweyî û navneteweyî sazkar nabe. Tirkiye li gel ku peymana Qedexeya Çekên Kimyewî îmze kiriye jî bi salan e li ber çavê raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku hesab jê were pirsîn hovîtiyê dike.

Sala 1988'an êrîşa gaza jehrî ku rejîma Seddam Hisên li Bakurê Iraqê avêt ser gelê Kurd, heke di dema xwe de li dijî kirinên rejîma Iraqê ya wê demê bihata sekinandin, dikarîbû ku pêşî lê bihata girtin. Piştî komkujiya Helebçeyê bi 15 salan ku ji 5 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan, ev êriş kirin hinceta destwerdana li Iraqê. Lê belê ev yek nêzîkatiyeke tinazî bû.

Bi bêhelwestmanê em naxwazin bibin hevkarê vî sûcî. Ji we serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî daxwaza me ew e ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Ji ber vê jî ya ku li we dikeve, ku hûn li van îdîayên giran bipirsin, ser mijarê ronî bikin û ji ber sûcên Tirkiyeyê hesab bipirsin.

Bi rêzdarî''

JINÊN KU ÎMZE AVÊTINE

Lîsteya jinên ku îmze avêtine:

"Silvia Federici, nivîskar-teorîsyen û profesora zanistên sosyal- DYE

Nancy Fraser, teorîsyen, feslefevan û profesyona siyasetê -DYE
Gloria Steinem, niviskar, Damezirandêra Ms. Magazine Û Navenda Medyaya Jinê - DYE
Debra Winger, lîstikvan - USA
Charlotte Bunch, profesyona ordinaryûs,  dîrektora Navenda Lîdertiya Global a Jinê - DYE
Marina Sitrin, doçent doktor sosyolog - ABD
Joy James, profesora zanistên civakî - DYE

Joya Misra, Profesora Sosyolojiyê ya Zanîngeha Massachusetts  Seroka Beşa Zayendiya Civakî ya Civaka Sosyolojîk a Emerîkayê  - DYE
Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar - DYE
Meredith Tax, Nivîskar- DYE
Miriam Miranda, Koordînatora OFRANEHê - Honduras
Claudia Korol, Femînîstên ABYA YALA - Arjantîn
Margara Millan, akademisyen - Meksîka
Sylvia Marcos, niviskar- Meksîka
Cheryl Hayles, Seroka Tifaqa Navnetewî ya Jinan (IAW) Başkanı - Kanada  
Navenda Karên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) – Başûrê Kurdistanê
Platforma Demokratîk a Jinan a Pirnetewî - Îran
Bese Şamari, Endama Rêveberiya Platforma Demokratîk a Îranê Demokratik -Îran
Eniya Demokratîk a Jinan - Pakistan
Rêxistina Şoreşger a Jinan a Efganîstanê (RAWA) – Efganistan
Selay Ghaffar,  Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê(Hambastagi) -Efganistan
Belqis Roshen, Wekîl - Efganistan
Gita Sahgal, nivîskar û derhêner, damezirandêra Southall Black Sisters û Women Against Fundamentalism - Hindistan
Helda Khasmy, Seroka Rêxistina Jinan SERUNI - Endonezya
Maat Barış, Rêxistina Rabûnê û Mafê Mirovan - Mısır
Dr. Angela Al-Maamari, Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Parastina Zarokan û Jinan
Fathia Hezem, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê - Tûnis
Bushra Al-Tai, Navenda Lêkolînê û Pêşkeftina mirovî ya Sebayê - Iraq
Şirin Kerim Murad, Seroka Komîteya Jinan a Eniya Demokratîk a Gel Demokratik - Iraq
Dr. Maha Al-Sakban, akademisyen - Iraq
Insaf Abdullah, aktivîst- Sûdan
Dr. Heba Haddadini, feminist aktivist - Ordin
Kanir Abdullah Hama Aziz, nivîskar, Walitiya Silêmanî- Başûrê Kurdistanê
Remziye Muhammed, Berdevka Kongra Star -Rojava  
Rima Barakat, Hevseroka Konseya Edaletê - Bakurê Sûriyê
Eman Fetaih, Seroka Forûma Aştiyê ya Jinên Sûriyê - Libnan
Dr. Sophia Zaza,Seroka Komeleya Tendiristiyê- Libnan
Mona Yaya, SahrawÎ Civaka Parastvanên Mafê Mirovan  - Sahraya Rojava
Rahila Gupta, Southall Black Sisters, rojnamevan- Ingilistan
Koordînasyona Meşa Jinên Cîhanê ya Welatê Baskê - Welatê Baskê
Jule Goikoetxea Mentxaka, Hîndekara Zanîngeha Bilbao Üniversitesi - Welatê Baskê
Oihana Etxebarrieta, Wekîl Sekretera EH Bildu Partisi Feminism - Welatê Baskê  
Eider Azkunaga Hernández, sendîkaya Euskal Sindikatua  - Welatê Baskê
Women Defend Rojava Madrid - Spanya
Rojava Azadî Madrid - Spanya
Weqfa Komunan (Fundación de los Comunes) – Spanya
Ann-Margarethe Liv, Damezirandêra Solidaritet med Kurdistan - Swêd
Lorena Delgado Waras, Wekîl - Swêd
Amineh Kakabaveh, Wekîl – Swêd
Parvin Ardalan, nivîskar, rojnamevan- Swêd
Seher Aydar, Wekîl - Norwêç
Sofie Marhaug, Wekîl - Norwêç
Hege Bae Nyholt, Wekîl - Norwêç
Anina Jendreyko, hunermend - Swîsre  
Maja Hess, doktor – Swîsre
Mitra Darvishian, nivîskar- Elmanya
Women Defend Rojava - Elmanya
Cansu Özdemir, Wekîl - Elmanya
Şeyda Kurt, rojnamevan û nivîskar - Elmanya
Elif Küçük, hunermend - Elmanya
Antonella Valenti, Profesora Zanîngeha Calabria - Îtalya
Îtalya Koordînasyoan Desteka Jinên Efgan Afgan (CISDA) - Îtalya  
Dr. Palmira Tavolaro, akademisyen - Îtalya
Donata Chirico, Hîndekara Zanîngeha Calabria- Îtalya
Maria Laura Corradi, Lêkol - Îtalya."