TJA: Em ê polîtîka çavtirsandin û tepisandinê qebûl nekin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Garîbe Gezer daxuyaniyek da ku li Girtîgehê destdirêjî û êşkence lê hate kirin. TJA'yê destnîşan kir ku wê polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê qebûl nekin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên li dijî jinan ji ber tirsa ji têkoşîna jinên Kurd e.

TJA'yê nerazîbûn nîşanî destdirêjî û êşkenceya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê li Garîba Gezer hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li girtîgehan êrişên bi rêk û pêk li dijî jinan têne kirin xizmetê ji aqlekî dikin û hate gotin, "Di şexsê Garîbe Gezer de hewl didin jinên Kurd, jinên girtî bitirsînin û bitepisînin. Me ev polîtîkaya çavtirsandinê û tepisandinê qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Girtî yan jî li derve em ê têkoşîna xwe ya jinê di nava her şert û mercî de dewam bikin û bi heman biryardariyê em ê azadiya jinê bilêv bikin."