Encamnameya Konferansa Yekîtiya Jinên Elewî hate eşkerekirin

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk biryarên ku di konferansa xwe ya beriya çend rojan de wergirtî eşkere kir.

Konferansa Jinên Elewî ya Demokratîk a 3'emîn li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê di 16-17'ê Cotmehê de hate lidarxistin.

Encam û biryarên konferansê ku bi beşdariya 70 jinan pêk hat, bi daxuyaniyekê hate parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê biryarên ku di konferansê de hatine wergirtin wiha ne:

"Ji bo bicihanîna rîtuelên baweriya me û perwerdeya bi pênaseyên me yên bingehîn kar bê kirin,

Bi saziyên Elewiyan hemûyan re li ser bingeha hevaltiyê pêwendî û têkilî bê danîn,

Li ser vê bingehê bi jinên li saziyên Elewiyan re hevdîtin bê kirin,

Li ser bingeha baweriya me bibin mêvanê xaneyên canên me yên li Ewropayê û têkiliya bi wan re bê xurtkirin,

Dayikên rêber ji bo gihandina jinên xizmetên vê rêyê kar bikin,

Hîn bêhtir giranî ji karên çapemeniyê re bê dayin û kovarên me li her beşên civakê bê belavkirin."