Jinên Şengalî dijî tecrîdê meşiyan

Tevgera Jinên Azad a Êzîdiyan (TAJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Şengalê çalakiyek li dar xistin.

Meş li ser rêya navçeya Sinûnê dest pê kir û heta geliyê Kersê dewam kir. Di dawiya meşê de ji bo raya giştî daxuyaniyek hate dayîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Gelê Şengalê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike meşek kir. Meş, ji Sîtereya Şehîd Gênco a li ser rêya Sinûnê dest pê kir û heya Bexçeyê Serokatî ku dikeve Geliyê Kersê dewam kir. Di meşê ku bi Sedan jin û Ciwanên Êzîdî tevlî bûn. Di meşe de posterên Rêber Apo û alên Sazî û Rêxistinên civaka Êzidî hatine bilindkirin.

Çalakgeran bênavber bi dirûşmeyan gotin,  “Bê serok jiyan nabe, bi Can bi xwîn em tere ne ey Serok”

Girseya gel li ya li Bexçeyê Serokatî kom daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî li ser navê Jinên Ciwan û Yeketiya Ciwanên Êzidî, Besê Şengalî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komloya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin, hate diyarkirin komplo heta niha jî dewam dike û wiha hate gotin: “Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ku, ji aliyê dewletên desthilatdar ve di sala 1998’ê pêk hate, heta roja îro bi girtin û tecrîdê dewam dike. Tecrîda lji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve li ser Serokatî tê meşandin, di qanûnên welatî nîne. Ev bê exleqiya dewleta Tirk dide nîşandan. Ev tecrîd jî ji ber ku serokatî daxwaza mafê gelan dike, tê meşandin. Bi girtina serokatî xwestin ev civak di tariyê de bimînin. Em  ciwanên Êzidî heya azadiya serokatî em ê li ber xwe bidin û her dem emê li ser piyan bin. ”

Endama kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Riham Hiço jî axivî û got : “Rêber Apo 25 sal in bi komployekê di bin tecrîdek herî giran de ye. Her ku diçe ev tecrîd girantir dibe. Em  jinên Êzidî di serî de van hêzên komploger şermezarkirin. Ji ber ku em dizanin ew hêzên komplo li ser serokatî dane meşandin, her ew hêzên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bi heman awayî komplo li ser civaka Êzidî dane meşandin û komkujî pêk anîn.Ew fermanên li ser gelê me pêk hatine bila tu carî nebêjin ji komploya ser serokatî qut e, hemî wek tayekê bi hev girêdayî ne. ”