Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 25’an de ye
Dayikên Aştiyê di roja 25’an a çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalka de carekî din bang li PDK’ê kir û got: “Cenazeyê zarokên me bidin!”
Dayikên Aştiyê di roja 25’an a çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalka de carekî din bang li PDK’ê kir û got: “Cenazeyê zarokên me bidin!”
Çalakiyên Dayikên Aştiyê a daxwaza cenazeyê gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temîr û Yûsif Îbrahîm ku di encama kemîna çeteyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de li xelîfanê şehîd bûbûn a li Deriyê Sînor ê Sêmalka di roja 25’an de didome.
Dayikên ku li konê li deriyê sînor danî çalakiya xwe didomîne, destaka xelkên ji Hesekê, Qamişlo, Dibêsiyê, Tirbespiyê, Dêrikê û Til Temirê hatin dewam dike.
Dayikan di roja 25’an a çalakiyê de gotin: ‘Bila êdî xwîna xwişk-bira neyê rijandin’ bang li PDK’ê kir û daxwaz kir ku bila cenazeyê zarokên wan bidin wan.
Çeteyên girêdayî PDK’ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê 29’ê Tebaxê komeke gerîlayên HPG’ê xistin kemînê. Di êrîşê de 5 gerîla şehîd bûn, 1 birîndar û 1 jî sax rizgar bûbû.
Tevî ku 2 meh li ser bûyerê re borîye jî, cenazeyên ku PDK’ê dest danî ser, nedane malbatan.