Jinên Efgan bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, jin li hev civiyan û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Talîbanê jî careke din nehişt ku rojnamevan xwe nêzî xwepêşandarên bikin.
Li paytexta Efganistan Kabûlê, jin li hev civiyan û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Talîbanê jî careke din nehişt ku rojnamevan xwe nêzî xwepêşandarên bikin.
Koma jinan ku xwe weke "Tevgera spontane ya jinên aktîvîst a li Efganistanê" pênase dike, li paytext Kabûlê careke din çalakiya şermezarkirinê li dar xist.
Jinan dowîzên bi nivîsa "Çima cîhan bi bêdengî li benda mirina me ye?", "Mafê perwerdeyê" û "Mafê xebatê" hildan.
Çalakgeran diyar kirin ku xizanî her roj bandoreke hîn girantir li welêt dike, zarok dimirin, mêr nikarin kar bibînin, mirov xwe dikujin û cîhan jî li pêşberî van bêdeng e.
Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û pirsa, "Gelo wê jin heta kengî li malê girtî bimînin û çima kes dengê xwe li vê yekê ranake?" hate kirin.
Çalakgeran di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên jinan ên ji bo perwerde û kar.
Hêzên ewlekariyê yên Talîbanê nehiştin ku rojnamevan xwe nêzî çalakiyê bikin.
Ji meha Tebaxê ma desthilatdarîbûna Talîbanê û vir ve lidarxistina çalakiyan qedexe ye.
Li gel vê qedexeyê jî jin her hefte bi rêk û pêk çalakiyan dikin û daxwazên xwe tînin ziman.
Hefteya derbasbûyî roja Pêncşemê derdora 20 jinan saet û nîvekê çalakî kiribûn û rojnamevanên ku ev çalakî dişopandin bûn hedefa êriş û tundiya Talîbanê.