Li Efrînê 84 jin hatine kuştin
Rêxistinên Civaka Sivîl a Efrînê bîlançoya sûcê şer ê dewleta Tirk eşkere kirin û diyar kirin 84 jin hatine kuştin û ji hezaran zêdetir jin jî hatine revandin.
Rêxistinên Civaka Sivîl a Efrînê bîlançoya sûcê şer ê dewleta Tirk eşkere kirin û diyar kirin 84 jin hatine kuştin û ji hezaran zêdetir jin jî hatine revandin.
Bi dehan jinên ku di Saziyên Civaka Sivîl dixebitin de li kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî sûcên dagirkeran ên li dijî jinên Efrînê daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya bi zimanê Erebî ji aliyê Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê Wefa Mihemed ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê endama rêveber a Saziyên Civaka Sivîl Gulê Cafer ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî û hate gotin: "Tiştên ku li herêma Efrîn a Sûriyeyê diqewimin digihêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Dewleta Tirk pêkanîna sûcan li dijî jinan li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê hilbijart da ku tola ji rola jinên pêşeng di şikandina terorê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hilîne. Sûcên revandin, qetilkirina, destdirêjiya zayendî, destdirêjiya li jin û zarokan û zewicandina keçan di temên biçûk de bi darê zorê, îşkenceya fîzîkî û derûnî berdewam dikin."
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya sûcên Tirkiyê yên li dijî jinan wiha ye; Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de û heya niha 84 jin hatin qetilkirin, di nav de 6 jinan dawî li jiyana xwe anîn, zêdetirî hezar jin hatin revandin û tundiya zayendî li 71 jinan hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sûc li dijî rêgezên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî , her çar peymanên Cenevre û Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan e.
Di berdewama daxuaniyê de sûc û binpêkirinên li dijî jin û zarokan li tevahî herêmên dagirkirî yên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin, her wiha bang li Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), rêxistinên têkildarî mafên mirovan û jinan ên cîhanî hate kirin ji bêdengiya xwe derkevin, erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî sûcên ku li herêmên dagirkirî, bi cih bînin.