Li Rûsyayê konferansa jinên Kurd

Organîzasyona Jinên Kurd a li Moskowayê (Viyan) konferansa xwe ya 5'emîn li dar xist.

Jinên Kurd ên li herêmên cihê yên Rûsyayê dijîn ji bo nirxandina xebatên xwe li hev kom dibin. 

Di vê çarçoveyê de jinên Kurd ên li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye jî ji bo nirxandina xebatên xwe kom bûn.


Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê (Viyan) jî konfeansa xwe ya 5'emîn li dar xist û karên xwe nirxand.

Konferans diyarî gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş hate kirin a ku li hemberî xeta îxanetkar bûbû sembola berxwedanê. 

Konferans bi sînevîzyona li ser têkoşîn û çalakiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) hate destpêkirin. 

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovayê Tara Qadir bi raporekê xebat ragihand û piştre Seroka TJKN’ê Cûlîyeta Aram daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkaya xwe ya qirêj di nav hewildanên qirkirina gelê Kurd de ye. Rejîma AKP û MHP’ê ya li ser dijîtiya Kurd hatiye avakirin di vê polîtîkaya kirêt de xwedî rolekî girîng e. Desthilatdariya bi polîtîkayên şer xwe li ser pêyan digire, ji bo şer belavî tevahiya herêmê bike di nav hewildanan de ye. Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Rojava mînaka vî tiştî ya herî berbiçav in.

Artêşa Tirk a dagirker tevî ku hemû hêza xwe ji NATO’yê distîne û bi hevkariya hêzên herêmî jî nikare li dijî gerîlayên azadiyê bi ser bikeve. Artêşa ku li dijî berxwedaniya gerîla di herêmê de asê mayê serî li rê û rêbazên qirêj dide. Yek ji van jî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ne. 

Dewleta Tirk ya dagirker di şerê li dijî gelê Kurd li ber çavê hemû cîhanê qanûnên navnetewî bin pê dike û sûcan dike. Tevî ev hemû hatine belgekirin û piştraskirin jî bêdengiya hêzên navnetewî tê wateya şirîkatiye vî sûcî. 

Divê hêzên navnetewî doza azadiya neteweyekê nekin qurbana berjewendiyên xwe yên teng. Lewma divê li dijî van kiryar û sûcên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Li ser vî bingehî em Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin. 

Li ser vî esasî bi taybet em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW'ê û hemû saziyên peywendîdar dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têkevin dewrê û xwedî helwest bin."