Ji Dayikên Roboskiyê Qedriye Encû wefat kir

Dayika Hamze Encû ku di Qetlîama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Qedriye Encû ji ber qeyrana dil wefat kir.

Dayika Hamza Encû yê yek ji 34 kesên 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû, Qedriye Encû wefat kir.

Hate ragihandin ku Encû ji ber qeyrana dil wefat kiriye.