Koordînasyona Kongreya Star a Rojava: Divê li dijî dewleta Tirk bibin yek

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê şermezar kir, bang li cıvata navneteweyî û jinan kir.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li ser êrîşa balafirên bêmirov û bêçek (SÎHA) ya li Kobanê pêk hat ku 2 sivîl şehîd bû 3 jî birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hedefkirina wesayîta sivîlan a li pêşiya avahiya Meclîsa Edaleta Civakî ya li Kobanê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk li pêş çavên civata navneteweyî van êrîşan dike ku heta niha helwestek li hemberî van êrişên li dijî serdestiya dewleteke cîran nedaye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêya êrîşan, qutkirina avê û ferzkirina dorpêçê armanc dike projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Ji bo ku herêmê vala bike û şêniyan bide koçberkirin, gefan li herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de Koordînasyona Kongreya Star bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û sivîlan ji van sûcên dermirovî biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk jinan jî dike hedef. Di 23`yê Hezîrana 2020`an de li gundê Helîncê yê Kobanê 3 endamên pêşeng ên Kongreya Star şehîd xistin.

Her wiha bang li rêxistinên jinan hat kirin ku li pêşiya van êrîşên li dijî sivîlan ku zirarê dide jin û civakê, bibin yek.