Li Hemedanê jineke Kurd hate qetilkirin

Jina Kurd Leyla Şekîba ku xelkê Sine ye û li Hemedanê dima, ji aliyê zilamê pê re hatibû zewicandin ve hate qetilkirin.

Li bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê, jinek ji aliyê mêrekî ve hate kuştin. Jina Sineyî Leyla Şekîba (39) ku dayika 2 zarokan bû, ji aliyê kesê pê re hatibû zewicandin Behram Bextiyarî ve hate kuştin. Tê gotin ku di navbera her duyan de demek dirêj nakokî hebûye û Leyla Şekîba gelek caran bi şîdetê re rû bi rû maye.

Çavkaniyên nêzîkê cihê bûyerê pirştrast dikin ku doh bavê Leyla mêhvana wan bûye û piştî diçin ango şeva heman rojê, di navbera Bextiyarî û Leyla de nîqaş derdikeve; piştê ku nîqaş dijwar dibe Bextiyarî Leyla dide ber kêran û wê qetil dike.

Piştî bûyerê polîs Bextiyarî destgîr dike û niha di bin çavan de ye.

Li gorî daneyên çalakvanên mafê jinan, ji bihara îsal heya niha bi qetilkirina Leyla Şekîba ve dibe 18 bûyerên bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê qewimî ye.