Li Kocaeliyê jinek hate kuştin

Li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê mêrekî bi navê A.A. bi çekê S.G. qetil kir.

Li gorî agahiyan li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê, mêrê bi navê A.A. yê 23 salî, jin a bi navê S.G. qetil kir.

Hate ragihandin ku êriş bi çekê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kujer cenazeyê S.G. xistiye taksiyekê û piştî ku ajokarê taksiyê wesayit biriye midûriyeta emniyetê hatiye girtin. A.A. hate destgîrkirin.

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin ji aliyê mêran ve têne qetilkirin. Li gorî platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigirin (KCDP) meha Îlonê 26 jin hatin qetilkirin ku 19 ji wan jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Meha Tebaxê herî kêm 31 jin hatin qetilkirin, 21 ji wan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî ji 1'ê Hezîranê heta 31'ê Tebaxa 2021'ê herî kêm 83 jin hatin qetilkirin.