JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan qetilkirina jinan protesto kir: Em banga mezinkirina berxwedanê dikin
Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan. -
Li Girtîgeha Evînê cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî hate birîn
Hate ragihandin ku rayedarên Îranî cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî birîne ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mûhammedî jî di nav de ne. -
Meclîsa Jinan a DEM Partî: Jin wê bibin pêşenga têkoşîna li dijî şer
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, encamnameya civîna dawî ya 20’ê Cotmehê ku tê de li ser xeta nû ya siyasî nîqaş hat kirin, parve kir. -
Meryem El Îbrahîm: Rêveberiya Xweser ji jinan re rêya rizgariyê ye
Meryem El Îbrahîm anî ziman rêveberiya xweser ji bo jinan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku jin di nava sîsteham hevserokatiyê de ne. -
Piştgiriya ji bo Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hamêdî
Ji bo cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hamêdî hatî birîn, bê taloqkirin bi sedan kesan nameyeke hevpar nivîsandin. -
Werîşe Mûradî 12 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê nebaş dibe
Werîş Mûradî ku zêdeyî 14 meh in li Girtîgeha Evîn a li paytexta Îran Tehranê girtî ye, 12 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
TJA: Mafê jiyanê yê bingehîn jî ji rantê re hate qurbanîkirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) bal kişand ser têkçûna pergala tenduristiyê û ‘Çeteya Yenidogan’ û diyar kir ku mafê jiyanê yê herî bingehîn jî ji rantê re hate qurbanîkirin. -
TJK-E'yê dest bi kampanya şandina nameyan kir
TJK-E destnîşan kir ku divê KWKE biryarên ku standiye (yên derbarê Îmraliyê de) demildest bixe meriyetê ne piştî salekê û ragihand ku ew ê di 21’ê Cotmehê de dest bi kampanya nameyan bikin. -
Li Frankfûrtê dengbêjiya bi deng û çîrokên jinan
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi nêrîna jinê dîwana dengbêjiyê hate danîn. -
Jinên Ermen ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin
Yekîtiya Jinan a Ermen ji bo jin karibin bi rengekî çalak tevlî her qada jiyanê bibin têdikoşe. Anahit Kasabiyan destnîşan kir ku weke civaka Ermen a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan wê partiyeke siyasî ava bikin. -
‘Em di 25'ê Mijdarê de li Qada Tûnelê bên ba hev'
Jinan bi dirûşma "Em li dijî tundiya mêr li kolanan in" daxuyanî dan û banga "Em di 25'ê Mijdarê de li Qada Tûnelê bên ba hev” kirin. -
‘Desthilat kujerên jinan diparêze’
Jinên ku li Îskenderûnê meşa meşaleyî li dar xistin, diyar kirin ku desthilat kujerên jinan diparêze û bangawaziya dawîlêanînê tundiyê kirin. -
Li Amedê jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Li navçeya Rezan a Amedê ji bo xwendakara zanîngehê Rojbîn Kabaîş ku cenazeyê wê 18 rojan piştî windabûna wê ya li Wanê hate dîtin, meşa hate lidarxistin. -
Dayika Nîka Şakremî ya hatî qetilkirin, hate binçavkirin
Dayika Nîka Şakremî ya di çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, hate binçavkirin. -
‘Jin ji aliyê dewlet û pergala baviksalarî ve tên qetilkirin’
Li Wanê bi pêşengiya jinan ji bo Rojîn Kabaîş meş hat lidarxistin û wiha hate gotin, “Li Tirkiye û Kurdistanê her roj jinek din jî bi îhmal û hevkariya dewlet, mêr, daraz û hêzên ewlehiyê tên qetilkirin.” -
Li Amedê jinan ji bo Rojîn Kabaîş bêdeng meşiyan
Li Amedê jinan bi meşa bêdeng serdana şîna Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê hate dîtin kirin û destnîşan kirin ku heta faîl bên dîtin, wê têkoşîna wan bidome. -
Pexşan Ezîzî 100 roj in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne
Kampanya 'Azadî ji Pexşan Ezîzî re' ragihand ku Pexşan Ezîzî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin 100 roj in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û careke din xwest, cezayê darvekirinê yê lê hatiye birîn bê betalkirin. -
Nobeda Dayikan di roja 2'yemîn de ye
Nobeda Dayikên Aştiyê ku bi dirûşma 'Na ji şer re, erê ji aştiyê re' li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hate destpêkirin, dewam dike. -
Li rojnamevanên nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn 5 sal ceza hat birîn
Rojnamevan Nîlûfer Hemedî û Elahe Muhammedî ên ku di sala 2022’yan de nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn heta 5 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn. -
Jinên enternasyonalîst ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Îtalyayî di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Torînoyê meşiyan. -
KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir
KJAR’ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Werîşe Muradî de daxuyaniyek niviskî da û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Werîşe Muradî. -
Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku zêdeyî 14 meh in li Îranê girtî ye, diyar kir ku li dijî zext û darvekirinê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. -
TJK-F: Ji bo azadiya Rêber Apo werin em di 12-13’ê Cotmehê dakevin qadan!
TJK-F’ê got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiya ku wê di 12-13’ê Cotmehê were lidarxistin, bibin." -
UNICEF: Her yek ji 8 zarokan mexdûrê destavêtinê ne
UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jin mexdûrê destavêtin û destdirêjiyê ne. -
'Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin'
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Liyan Şîndayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Em ê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin.”