Li Amedê jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan

Li navçeya Rezan a Amedê ji bo xwendakara zanîngehê Rojbîn Kabaîş ku cenazeyê wê 18 rojan piştî windabûna wê ya li Wanê hate dîtin, meşa hate lidarxistin.

Ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku cenazeyê wê 18 rojan piştî windabûna wê ya li Wanê hate dîtin, li Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç ya li navçeya Rezanê şîn hate danîn. Jinên ku serdana şînê kirin pişt re serdana gora Kabaîş a li Goristana Yenîkoyê hate veşartin kirin. Malbata Rojîn Kabaîşê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesan di meşê de cih girt. 

 Jinan îşaret kirin ku Rojîn Kabaîşê întîhar nekiriye û hatiye kuştin. Jinan di meşê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk û îdeolojîk e” vekirin. Jinan di meşê de dirûşmên “Bêdeng nebe, qasî ku bêdeng bibî dê dor were te jî”, “Jin jiyan azadî” , “Destê li jinan radibin bila bişikên” , “Rojîn Kabaîş nemire” , “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” berz kirin. Jinan piştî meşê qurnefîl danîn ser gora Kabaîşê.