Werîşe Mûradî 12 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê nebaş dibe

Werîş Mûradî ku zêdeyî 14 meh in li Girtîgeha Evîn a li paytexta Îran Tehranê girtî ye, 12 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Endama Civaka Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariyeke kêfî ya 'serhildanê' û rabûna li ber dewleta Îranê tê sûcdarkirin, zêdeyî 14 meh in li Girtîgeha Evînê di girtî ye.

Werîşe Mûradî di 1'ê Tebaxa 2023'an de li Sineyê ji aliyê 'Muxafizên Şoreşê' ve hatibû revandin û piştî 2 hefteyên di binê çavan de hatibû girtin. Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê girtin, bi darvekirinê tê darizandin.

Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî raporek weşand û diyar kir ku pêşniyara mûayene û serûmê ya doktoran red kiriye. Di raporê de hate gotin, berxwedana Werîşe Mûradî ji aliyê tenduristiyê ve ew gihandiye nuqteyeke bi rîsk.

Werîşe Mûradî demeke kurt beriya destpêkirina greva birçîbûnê nameyek ji Radyoya Zaman re şandibû û diyar kiribû ku ew ne ji bo daxwazên şexsî, lê belê bi lêgerîna li edalet û azadiyê dest bi çalakiyê dike.