Li rojnamevanên nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn 5 sal ceza hat birîn

Rojnamevan Nîlûfer Hemedî û Elahe Muhammedî ên ku di sala 2022’yan de nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn heta 5 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Rayedarên Îranê ragihandin ku du rojnamevanên jin ên ciwan bi hinceta ku nûçeya Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsê exlaqê” ve hatibû qetilkirin çêkirine ceza li wan birîne, ji tawanbariya hevkariya bi DYE’yê re pakbûne, lê heta 5 salan wê di girtîgehê de bimînin.

Nilûfer Hemedî û Elaheh Mihemedî yekem car bi tawanbariya “hevkarî û civîna li dijî ewlehiya niştimanî” û “propaganda li dijî rejîmê” hatin darizandin û bi rêzê 13 sal û 12 sal ceza li wan hat birîn.

Her du rojnamevanên 17 mehan girtî man û dawiyê serbest hatin berdan. Her du rojnamevan ji îdiaya "hevkariya bi DYE re” bereat kirin û ji bo her yekê 5 sal ceza hat birîn.

Çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku Îran piştî qetilkirina Jîna Emînî 2 salan kesên beşdarî çalakiyan bûne hedef digire û ceza li wan dibire.

Îranê bi îdiaya ku di meha Tebaxê de endamekî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî kuştine di nava wan de Xulamreza Rezayî jî hebû 10 kes bi dar ve kir.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan xizmên kesên ku di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatin qetilkirin, darvekirin ango hatin girtin ji aliyê dewleta Îranê ve tên tacîzkirin û gef li wan tê xwarin.