‘Desthilat kujerên jinan diparêze’

Jinên ku li Îskenderûnê meşa meşaleyî li dar xistin, diyar kirin ku desthilat kujerên jinan diparêze û bangawaziya dawîlêanînê tundiyê kirin.

Xwebexşên Hevgirtinê û Platforma Jinan a Îskenderûnê, kuştinên jinan ên ku di demêm dawî de zêde bûne bi meşa meşaleyî û daxuyaniya çapemeniyê protesto kirin.

‘HÛN DIXWAZIN KU JIN LI KOLANAN BITIRSIN’

Parêzer Mehtap Sert daxuyanî xwend û wiha got: “Jinên ku rastî tundiyê tên li şûna ku biçin qereqolê berê xwe dedin medyaya dîjîtal. Ji ber ku kujer encax bi vî awayî tên girtin. Ji ber em dizanin ku qereqol dihêlin ku kujer bi rehetî li derve bigerin û jinan bikujin. Polîtîkayên necezakirinê cesaretê dide kujeran. Jin ne di ewlehiyê de ne û hûn dixwazin jin li kolanan bitirsin."

Mehtap Sert her wiha diyar kir ku bi xwekêşana ji Peymana Stenbolê, xespkirina mafên jinan, nîqaşkirina qanûna hejmar 6284’ê, serbest berdana kujer û failên tundiyê desthilat cesaretê dide kujer û failan û bang li desthilatê kir, “Di bin desthilatdariya we de du jin li bajarê we yê herî ewle hatin qetilkirin, Narîn hat qetilkirin û doza wê hîn nehatiye zelalkirin. Di bin desthilata we de tenê di meha Îlonê de 34 jin hatin qetilkirin. Û di bin desthilata we de jin tên kuştin, hejarkirin û vederkirin.“

‘EM HEM JI PARÊZVANAN HEM JÎ KESÊN KU CESARETÊ DIDIN KUJER Û FAILAN HESAB DIPIRSIN’

Mehtap Sert wiha dawî  li axaftina xwe anî: “Desthilat ji bo sekinandina kuştina jinan tu gavan naavêje. Em ji ber vê yekê dibêjin ku ‘Kuştinên jinan polîtîk in.’ Em wek jin ji parêzvan hem jî ji kesên ku cesaretê didin fail û kujeran hesab dipirsin. Êdî bes e. Ev bi salan in jin li van kolanan têkoşînê didin. Da ku jinek din jî ji me kêm nebe li her derê welat em serî radikin. Em hêza xwe ji vê serîrakirinê ji vê hevgirtinê digirin.”