Piştgiriya ji bo Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hamêdî

Ji bo cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hamêdî hatî birîn, bê taloqkirin bi sedan kesan nameyeke hevpar nivîsandin.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 500 rojnamevan, hunermend, çalakvan û rewşenbîran nameyek ji bo serokê Desteya Dadwerî ya Îranê Xula Mihsîn re şandine.

Hate gotin ku di nameyê de bang li serokê Desteya Dadwerî kirine ku ji bo hilweşandina cezayê li Nilûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî hatî birîn, desthilatdariya xwe bikarbîne.

Di heman nameyê de tê gotin ku berpirsên Îranê ji her du rojnamevanan xwestine ku di nava 5 rojan de xwe radestî girtîgeha Evînê bikin. Hêjayî gotinê ye 5 sal cezayê girtîgehê li her du rojnamevanan hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye di 16’ê Îlona sala 2022’an de jina Kurd, Jîna Emînî bi hinceta ku pora xwe baş ne pêçaye, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma Îranê ve hate êşkencedan û piştre jiyana xwe ji dest da.

Qetilkirina Jîna Emînî ku Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li pey xwe de anî, destpêkê ji aliyê Rojnamevan Nîlûfer Hamêdî û Îlahe Mihemedî ve hate ragihandin.