BI DÎMEN

Jinên enternasyonalîst ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Jinên ciwan ên Îtalyayî di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Torînoyê meşiyan.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jinên ciwan ên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşiyan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin.


Rêxistinên cuda yên wekî Rete Jin, Fridays4Future, Verso il Kurdistan, StudentiIndipendenti beşdarî meşê bûn.


Di meşê de pankartên ku balê dikişîne ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocalan û li dijî mîlîtarîzmê hatin vekirin. Di meşê de gelek jinên şoreşger ên wekî Sakîne Sansiz, şehîd Andrea Wolf, Fermandar Ramona, Shadia Abu Ghazaleh û Teresa Noce hatin bibîranîn. Jinên li qada Piazza Castelloyê kom bûn, dirûşmeya “Libertà per Ocalan (Ji Abdullah Ocalan re azadî)” berz kirin. 


Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekane rêberê ku azadiya jinê diparêze Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, lewma azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya hemû jinan û wiha hat gotin, “Fikir û ramanên Rêber Apo yekane çavkaniya çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e."

  
Jinan berxwedana gelê Kurd a di mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmehê silav kirin. Çalakî li Piazza Castello bi gerandina govendê bi dawî bû.