Nobeda Dayikan di roja 2'yemîn de ye

Nobeda Dayikên Aştiyê ku bi dirûşma 'Na ji şer re, erê ji aştiyê re' li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hate destpêkirin, dewam dike.

DAYIKÊN AŞTIYÊ

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajarokê Bilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi nobeda 'Na ji şer re, erê ji aştiyê re' kirin. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mersînê gelek endamên Dayikê Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Nobed di roja 2'yemîn de ye.

Dayikan ji bajarokê Tilqebînê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK'ê dan.

Li gel astengî û êrîşên leşkerên Tirk ên li hemberî çalakiya nobedê Dayikên Aştiyê bi stran, tilîlî û çepikan çalakiya xwe dewam dikin.