Li Girtîgeha Evînê cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî hate birîn

Hate ragihandin ku rayedarên Îranî cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî birîne ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mûhammedî jî di nav de ne.

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku desthilatdarên Îranê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Nêrgis Mihemedî jî di nav de, li 5 jinan cezayên nû birîne.

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî, li ser malpera xwe ya tora civakî, derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin yên di girtîgeha Evîn de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Dadgeha Keyfer 2 ya Komeleya Ddadwerî ya Quds a Tahranê ya bi serokatiya Dadwer Ebulfezil Amirî, li 5 jinên di girtîgeha Evîn de, cezayên nû li ser cezayên wan hatine zêdekirin.

Hate gotin ku cezayê 6 mehên din li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Mehbube Rezayî û Nêrgîs Mihemedî, bi hêceta ‘guh nedana fermanan’ hatiye birîn.

Herwiha Perîweş Moslim jî bi hêceta ‘têkdana ewlekariya girtîgehê’ 3 meh û yek roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.