TJK-F: Ji bo azadiya Rêber Apo werin em di 12-13’ê Cotmehê dakevin qadan!

TJK-F’ê got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiya ku wê di 12-13’ê Cotmehê were lidarxistin, bibin."

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da û têkildarî plansaziya çalakiyan agahî da.

TJK-F’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya jinan ronî dike û da zanîn ku divê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê were şikandin. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Em soza xwe dubare dikin ku heya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê şikandin û azadiya wî ya fîzîkî tê dabînkirin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.  Rêber Apo di têkoşîna azadiya jinên Kurd de rêya jiyana azad û wekhev nîşanî me da ye.

Em bang li hemû jin, gelê xwe, dostên xwe û derdorên demokratîk dikin ku tevlî çalakiyên ku wê di 12-13’ê Cotmehê werin lidarxistin, bibin. ‘’

TJK-F’ê plansaziya çalakiyan wiha eşkere kir:

"PARÎS
Meş
Dîrok: 12’ê Cotmehê 
Cih:Republique
Saet:14.00


MARSÎLYA
Meş
Dîrok: 12’ê Cotmehê
Cih:Canabier
Saet:13.00


NANTES
Meş
Dîrok:12’ê Cotmehê
Cih: Place du Commerce
Saet:13.00


RENNES
Meş
Dîrok:12’ê Cotmehê
Cih: Qada Colimberê
Saet:13.00


BORDEAUX
Meş 
Dîrok: 13’ê Cotmehê
Cih: Stalingrad
Saet: 15.00’’