BI DÎMEN

Li Frankfûrtê dengbêjiya bi deng û çîrokên jinan

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi nêrîna jinê dîwana dengbêjiyê hate danîn.

Bi beşdariya dengbêjên Kurd Fîlîz Varto û Tawê Efrînî ku di bin sîwana Kevana Zêrîn de karê muzîkê dikin, di 19'ê Cotmehê de dîwana dengbêjiyê hate danîn.

Di dîwana dengbêjiyê de klamên li ser çîrokên trajîk ên jinan hatin vegotin.

Dengbêjan destnîşan kirin ku jinan kevneşopiya Dengbêjiyê di nava şert û mercên zehmet de parastine.

Dengbêj di parastina nasname û dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng in. Bi klamên xwe balê dikişînin ser eşq, şer û jiyana rojane ya Kurdan. Tawê Efrînî diyar kir ku beriya şoreşa li Rojava dengbêjiya li Sûriyeyê li jinan qedexe bû.

Çalakiya ku bi hevkariya Jineolojî Centre Europe tê lidarxistin wê bi panel û atolyeyan di 28-29'ê Mijdarê de bi nîşandana şano bi dawî bibe.