‘Em di 25'ê Mijdarê de li Qada Tûnelê bên ba hev'

Jinan bi dirûşma "Em li dijî tundiya mêr li kolanan in" daxuyanî dan û banga "Em di 25'ê Mijdarê de li Qada Tûnelê bên ba hev” kirin.

Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê bi dirûşma “Em li dijî tundiya mêr li kolanan in" ji ber Operaya Sûreya ya Kadikoyê heta Qada Kalkedonê meşiyan.

Çalakiya ku gelek jin beşdar bûn de pankarta “Têkoşîna me bi hev re ji bo jiyaneke azad, wekehevî ya bê tundî ye” û pankarta “Hêrsa me ya rêxistinbûyî wê vê qirêjiyê paqij bike” û dovîza “Wê baviksalarî hilweşe, jin wê bijîn”, “Berxwedana jinê mîrateya jinê ye”, “Em hene, em ê hebin” hatin hilgirtin. Timî dirûşmeyên “Ne hevberdanê, cînayetan asteng bikin”, "Jin jiyan azadî", "Bijî hevgirtina jinan", “Hûn ê qet tenê nemeşin", "Biqîrin, bila her kes bibihîze, bila tundiya mêr bi dawî bibe", "Em ne malbat in em jin en, di îsyanê de ne” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku rizgarî bi têkoşîna hevpar a jinan wê pêk bê û bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" berteka xwe ya li hemberî êrîşan anîn ziman.

Nazli Andan daxuyanî da û got, “Ji bo jiyaneke azad, wekhev û bê tundî hewceyî bi têkoşîneke lez û bez heye. Mekanîzmayên pêşîlêgirtina şîdetê nayên bicihanîn. Cezayên di dozên kuştina jinan de ji aliyê Dadgeha Bilind ve digerin. Jinên li hemberî cînayetan dengê xwe bilind dikin û dadikevin qadan ji bo îfadeyê bang li wan dikin. Karkerên jin ên ku ji bo mafê xwe yê destûrî yên sendîkayî li ber xwe didin, ji aliyê polîsan ve rastî lêdanan tên.”

Nazli Andan di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, em ê li gel jinên cîhanê dengê xwe, hêrsa xwe û hesreta xwe ji bo wekhevî û azadiyê biqîrin. Di 25’ê Mijdarê de li Qada Tûnelê em bên ba hev.”