Li Erîvanê di çalakiya şermezarkirinê de bi dehan kes birîndar bûn

Li Ermenistanê ji bo îstifakirina Serokwezîr Nîkol Paşînyan xwepêşandanek hate lidarxistin. Di encama destwerdana polîsan de bi dehan kes birîndar bûn.

Li Ermenistanê, piştî ku hin gundên li ser sînor radestî Azerbaycanê hatin kirin, bi hefteyan e çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.

Roja Çarşemê bi hezaran kes li ber parlamentê li hev kom bûn û daxwaza îstifaya Paşînyan kirin. Piştî ku xwepêşandêran hewl dan ji benda polîsan derbas bibin û polîsan bombeya şokê bi kar anîn, aloziyê rû da.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê herî kêm 30 kesan daxwaza alîkariya tibî kirin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku 86 kes ji ber ku 'li gorî daxwaza rewa ya polîsan tevnegeriyan' hatin binçavkirin. Li gorî wezaretê 6 polîs birîndar bûn.

Xwepêşandanên ji bo îstifakirina Paşînyan bi pêşegniya Serpîskopos Bagrat Galstanyan têne kirin. Serpîskopos 'tawîzên yekalî û biçûkxistinê' yên Ermenistanê şermezar kir.

Nîkol Paşînyan jî ji parlamenteran re axivî û diyar kir ku Erîvan amade ye di nava mehekê de bi Bakuyê re peymaneke aştiyê mohr bike.