Di êrîşa li dijî gundekî Sûdanê de nêzî 100 kes mirin

Li Sûdanê, hat îdîakirin ku komeke paramîlîter li dijî gundekî li navenda welêt êrîş pêk anîne û di encamê de derdora 100 kes mirine.

"Komîteya Berxwedanê" ku xwe weke aktîvîstên alîgirê demokrasiyê bi nav dike, diyar kir ku Hêzên Desteka Lezgîn a Paramîlîter (HDK) ku ji Nîsana 2023'yan û vir ve li dijî artêşa Sûdanê şer dike roja Çarşemê bi topên giran "du caran êrîşî gund kirine." 

Komîteya Berxwedanê ku rêxistineke herêmî ye û alîkariya di navbera şêniyên gund de bi rêve dibe, da zanîn ku li gundê Wad El-Nûra ya eyaleta El Cezîre nêzî 100 kes mirine û ragihand ku ew hêj hejmara birîndar û miriyan bi giştî çiqase piştrast nekirine.

Şerê ku ev zêdetirî saleke berdewam dike, bû sedem ku bi deh hezaran mirov bên kuştin û Sûdan kir nava krîzeke mezin a mirovî. 

HDK'ê di serî de li dijî eyaleta El-Cezîre hemû gundên seranserê welat gelek caran dorpêç kiriye û êrîş pêk aniye.

Di daxuyaniya roja Pêncşemê de hat ragihandin ku paramîlîteran êrîşî sê kampên artêşê yên li herêma Wad el Nûra kirine û bi dijberên xwe re "li derve" şer kirine.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) di raporeke xwe ya mehê Gulanê de, diyar kiribû ku êrîşên paramîlîterên Sûdanî yên li herêma rojavayê Darfûrê xeteriya "qirkirinê" li dijî civakên etnîkî yên ne Ereb zêde kirine.