Hilbijartinên Hindistanê: Dengên Modî kêm bûn

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û hevalbendên wî yên neteweperest di hilbijartinên giştî de bi ser dikevin lê piraniya wan a parlemantoyê kêm dibe.

Li gorî hejmarên komîsyona hilbijartinê dibe ku Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya Modî piştî deh salan cara yekem bi tena serê xwe piraniyê bidest nexe. Di vê rewşê de neçare ku xwe bispêre hevalbendê xwe yê koalîsyonê. Kongre ya ku partiya mûxalefetê ya sereke ye dixuye ku hema hema hejmara parlamenterên xwe du qat zêde bike. 

Li gorî ji sedî 87 dengan, BJP û endamên koalîsyona wê 288 kursî bi dest dixe û di parlementoya 543 kursî de piraniya dengan bi dest dixin. BJP ji 303 kursiyên ku di sala 2019’an de bi dest xistibû daket 244’an. Li aliyê din Kongreyê 99 kursî bi dest bidest dixe, 5 sal berê 52 kursiî bi dest xistibû.

Li gorî komîsyona hilbijartinê, Modî ji herêma Varanasî ji nû ve wekî parlamenter hat hilbijartin, lê rêjeya dengan li gorî hilbijartinên berê kêm bû.

Ji ber BJP’ê piraniya xwe winda kir û muxalefetê ji ya ku dihat hêvî kirin encamên çêtir bi dest xist, bandor li aboriyê jî kir. Endeksa Sensexê li Borsaya Bombayê piştî ku ji sedî 7 nirxê wê kêm bû dawiyê hinekî xwe komî ser hev kir û ji sedî 5 nirxê xwe wenda kir. Şîrketa hevalbendê Modî, Gautam Adan jisedî 25 nirxê xwe wenda kir.

Modî diyar kir ku pêbawer e ku hilbijêr wê dîsa wî hilbijêrin, partiya muxalefetê BJP’ê tawanbar kir ku pergala dadmendiyê ji bo armancên siyasî bikar tîne. Rêxistina Emerîkî Freedom House jî diyar kir ku BJP saziyên dewletê ji bo hedefgirtina dijberên xwe bikar tîne.

Dema ku muxalefet û çalakvanên mafên mirovan Modî bi wêderkirina hindikayiyan tawanbar kirin, Modî jî Kongreyê bi cudakirina civaka misilman tawanbar kir. Hindistan welatek bi destûrî laîk e û di kampanyayên hilbijartinê de propagandaya li ser bingeha hestên civakî qedexe dike. 

Li gorî jimartina 968 milyon hilbijêrên komîsyonê, ji sedî 66,3’yê hilbijêran beşdarî dengdanê bûne. Ev rêje li gorî rêjeya ji sedî 67,4 beşdarbûna hilbijartinên giştî yên sala 2019'an rêjeyek kêm bûye.