Li Meksîkayê namzeta çepgir di hilbijartinan de bi ser ket

Li Meksîkayê namzeta çepgir Claûdîa Sheînbaûm di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket û di dîroka welêt de bû seroka jin a destpêkê.

LI MEKSÎKAYÊ HILBIJARTIN

Enstîtuya Hilbijartinê ya Neteweyî (INE) endamên fermî yên destpêkê eşkere kir. Li gorî van encaman, namzeta çepa li ser desthilatdariyê Claûdîa Sheînbaûm di hilbijartinên serokatiyê yên ku roja Yekşemê li Meksîkayê hatin kirin de, bi ferqek mezin bi ser ket.

Ji Serokatiya INE’yê Gûadalûpe Taddeî, ragihand ku şaredara berê ya Mexîco Cîty’ê Claûdîa Sheînbaûm ji sedî 58-60 dengan wergirt û di hilbijartina yek tûrî de bi ser ket.

Senatorê rastgir ê navendî, yê berê Xochîtl Galvez jî ji sedî 26-28 dengan wergirt.

Jore Alverez Maynez jî sedî 9-10’ê dengan wergirt.