Bîlançoya Xezeyê giran dibe, muzakereyên agirbestê dewam dikin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê zêdeyî 37 hezar û 200 kes mirine û muzakereyên agirbestê dewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de ragihand ku di şerê zêdetirî 8 meh berê destpê kiriye de hejmara miriyan gihiştiye 37 hezar û 202 kesan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 38 kes hatine kuştin û ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê 84 hezar û 932 kes birîndar bûne.

MUZAKEREYÊN AGIRBESTÊ

Li gorî nûçeya Reuters Serokê Qeter û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed Bin Abdurrhaman El-Tannî gotine ku ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê bangeke zelal û misoger hatiye kirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken jî li daxuyaniya xwe ya li Dohayê got ku ne hemû lê hinek daxwazên Hamasê pêkan in.