Li Fransayê erdheja siyasî: Macron bi xeter tevdigere

Encamên Parlamentoya Ewropayê li Fransayê bû sedema erdheja siyasî. Rastgiriya tund bi skoreke dîrokî bû partiya yekemîn. Macron demildest parlamento fesih kir û ji bo demeke pir nêz banga hilbijartinê kir.

Li gorî texmînan, lîsteya ku ji aliyê Jordan Bardella ê ji partiya rastgiriya tund Rassemblemend National (NR) li Fransayê hate pêşkêşkirin, ji sedî 31.5 ê dengan wergirt û bi rêjeyeke bilind bi ser ket.

Li gorî lîsteya ku ji bo kampa serokkomariyê ji aliyê Valerîe Hayer ve hatî pêşkêşkirin (Renaîssance), rastgiriya tund bi sedî 15,2 dengan li pêş e û ji sedî 14’ê dengan jî Raphael Glûcksmann (Partî socîalîste-Place pûblîqûe) li pey wê ye.

Di çepa radîkal de, lîsteya France Insoûmîse ya di bin lîdertiya Manon Aûbry de, ji sedî 8.7’ê dengan wergirt. Lîderê France Insoûmîse Jean-Lûc Melenchon di kampanyaya hilbijartinê de Xeze derxist pêş û li qadê kampanyayeke aktîf meşand.

Lîsteya di bin lîdertiya Françoîs-Xavîer Bellamy (Les Repûblîcaîns) de, ji sedî 7.2’yê dengan wergirt û ket pêşiya rastgir Marîon Marechal (Reconquête!) ku sedî 5.5 deng wergirt. Bi sedî 5.2’yê dengan jî lîsteya Eûrope Ecologîe-Verts (Keskan) a di bin lîdertiya Marîe Toûssaînt de, li pey wan ma ku baraya ji sedî 5 derbas kir.

Lîsteyên mayî PCF (Partiya Komunîst), Allîance rûrale, Partî anîmalîste ji bo ku bikarin nûnerên hilbijartî bişînin Strasboûrgê, negihiştin baraja sedî 5’ê.

Rêjeya tevlîbûnê, li gorî sala 2019’an 2 pûan zêde bû û gihişt sedî 52,5’ê.

LÎSTOKA BI XETER A MACRON: PARLAMENTO HATE FESIHKIRIN

Serokkomar Emmanûel Macron piştî encamên destpêkê, ragihand ku Meclîsa Neteweyî hate fesihkirin û ji bo dema 30’ê Hezîran û 7’ê Tîrmehê banga hilbijartinê kir.

Serokkomar diyar kir ku encama ku lîsteya wan wergirtî, “Ji bo partiyên ku Ewropa diparêzin, ne encamekî baş e”.