Li seranserê cîhanê zêdebûna hejmara pevçûnan

Li gorî lêkolîneke Norwecê ji sala 1946’an heya niha herî zêde di sala 2023’yan de pevçûnên çekdarî rû dane. Her wiha bi awayekî paradoksî hejmara dewletên bi pevçûnên çekdarî lê diqewimin, kêm dibin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Osloyê (PRIO) ve hatiye amadekirin di sala 2023’yan de  li cîhanê 59 pevçûnan rû dane û ji wan pevçûnan 28 heb li Afrîkayê rû dane. Lê belê hejmara welatên ku lê pevçûn qewimîne ji 39’an daketiye 34’an.

Yek ji amadekarê rapora berbehs Sîrî Aas Rûstad got: ‘’Ji dawiya Şerê Sar heya niha li seranserê cîhanê tu carî tundî û pevçûn ev qas zêde nebûbûn.’’

Li gorî PRIO’yê zêdebûna hejmara pevçûnan ji ber belavbûna çeteyên DAÎŞ'ê û yên weke wê ya li Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn e.